10:44 26 Gulan 2018
YPG

Di operasyona Minbicê de 6 gundên din hat rizgarkirin

© Foto : © Sputnik/ Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya operasyona Minbicê de 6 gundên din ji destê DAIŞê derxistin û 26 endamên DAIŞê hatin kuştin.

HSD
© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Minbic — Operasyona rizgarkirina Minbicê ya bi navê Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla di roja 7an de bi hemû heybeta xwe berdewam dike.

Di çarçoveya operasyonê de li baskê Bendava Tişrînê gundê Feres El-Kerbîr û gundê El-Muhdîsê ku 7 kîlometir li rojavayê bajarê Minbicê ne, hatin rizgarkirin.

Li eniya Pira Qereqozaqê jî gundên El-Biwêr, Bor Kîc û gundikek ku 9 kîlometir dûrî bajarê Minbicê ne, herwiha gundê Cib El-Kelb ku 2 kîlometir li bakûrê riya Reqqa-Qereqozaq e dikeve hatin rizgarkirin.

Di pevçûnên roja 7an de heta niha 26 teroristên DAIŞê hatin kuştin.

 

Bi heman mijarî:

Terorîstên DAIŞê ji Minbicê direvin!
Şervanên kurd 4 gundên din ê Minbicê rizgarkirin
Fermandarê kurd Ebu Leyla di operasyona Minbicê de jiyana xwe ji dest da
Minbicî: 8 kîlometir maye ku em bigihêjin Minbicê
Rêya di navbera Reqa û Minbicê ji terorîstan hate paqijkirin!
Etîketan:
Operasyona rizgarkirina Minbicê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD), Minbic, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de