07:51 23 Gulan 2018
    Şer û pevçûnên li Cizîrê

    Li wî bajarî piştî rabûna qedexeyê 10 term hatin dîtin

    © Sputnik / O.F Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Artêşa Tirkiyeyê qedexeya hatinûçûnê li Şirnexê piştî 87 rojan rakir termê gelek welatiyan di bin xaniyên rûxandî de hatin dîtin.

    Şirnex - Derbarê vê babetê de ajansa Dicleyê nûçeyeke belav kiriye ku têde wiha hatiye gotin: ‘Piştî Artêşa Tirkiyeyê bidawî kirina operasyonên leşkerî li Şirnexê ragihand û xelkê agahdar kirin ku ew êdî dikarin vegerin ser milk û malên xwe, lê belê bajarê Şirnexê bi temamî bûye kavile û wêran bûye.

    Li gorî ajansa Dicleyê di bin xaniyên rûxandî de termê 10 kesan hatiye dîtin ew term bo bijîşkên dadgehê hatine veguhestin.

    Tê pêşbînî kirin ku dibe gelek termên din jî di bin avahiyên wêrankirî de mabin, lê heta niha paqijkirina bajêr dest pê nekiriye.

    Bi heman mijarî:

    Akar serdana Şirnex û Nisêbînê kir
    Li Amed, Şirnex û Dersîmê operasyonên siyasî: 10 kes hatin desteserkirin
    Sûryaniyên Şirnex û Mêrdînê cejna Paskalyayê pîroz kirin
    Li Şirnex û Colemêrgê şer: 2 leşker hatin kuştin 7 jî birîndar bûn
    ŞIRNEX - Bi roketan êrişî baregeha polêsan hat kirin! Gelek birîndar hene
    Etîketan:
    Termên welatiyan di bin kavilê Şirnexê de hat dîtin, Şirnex, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de