17:45 20 Çile 2018
Zindî
    Teqîna Vezneciler

    Li Beyazida Stenbolê teqîn: 7 jê polês 12 kuştî

    © REUTERS/ OSMAN ORSA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Stenbole li nêzî metroya Veznecilerê dema wesayîta polêsan derbas bû teqînek pêk hat. Li gorî şahidên di bûyerê de herî kêm 7 jê polês û 5 jê sivîl 12 kes hatin kuştin

    Stenbol — Li Stenbole li nêzî metroya Veznecilerê dema wesayîta polêsan derbas bû teqînek pêk hat. Li gorî şahidên bûyerê di bûyerê de birîndar hene.

    Demirtaş bangî serokê her 4 partiyan kir

    Hevserokê HDPê Selahattin Demîrtaş bang li Serokwezîr û serokên partiyên parlamenê kir ku ji bo şer û pevçûnan bidin sekinandin li hev bicivin. Demîrtaş got ku heke em vê pirsgirêkê çareser nekin, wê demê em hemû dest ji wezîfeyê berdin.

    Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Tu rê û rêbazên tundiyê, bi tu awayî nebûne ew rêbazên ku HDP dipejirîne. Ji niha û pê ve jî nabe. Rageşî û rikberiya siyasî em qebûl dikin lê divê ez careke din jî bînim ziman ku em tê rê û rêzabên tundiyê qebûl nakin. Kesê li Qesrê wisa asayî dike. Em wê bîrewerê red dikin ku dibêje ‘Wê heta qiyametê berdewam bike'. Divê demildest mirina ciwanan bisekine. Heke ku wê mirin heta qiyametê berdewam bikin, wê demê çi karê te li ser wê palgehê heye?

    Yekîtiya Ewropayê: ‘Em piştevan in ji Tirkiyeyê re'

    Yekîtiya Ewropayê derheqê teqîna Veznecilera Stenbolê ku 7 jê polês 12 kes hatibûn kuştin daxuyaniyek par ve kir.

    Nûnera Biliind a Ewlehiya Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini ragihand ku Tirkiye careke din rastî êrişa terorê hat, em ji bo kesên kuştî sersaxî û ji bo yên mayîn şifaya xêrê dixwazin. Em wekî Yekîtiya Ewropayê tim piştevaniya gelê Tirkiyeyê dikin.

    Kiliçdaroglu: ‘Desthilat bêkêr e'

    Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di daxuyaniya xwe nivîskî ya derbarê teqîna Stenbolê de êrişa terorî şermezar kir û ragihand ku em vê êrişa terorî ku di vê meha pîroz a remezanê de pêk hat, hêzên ewlehî ku erka xwe ya parastinê bi cih dianîn hedef hatin girtin. Ev êrişa ku ji xeyrî hedef girtina hêzên ewlehî di heman demê aramî û yekîtiya civakê jî hedef hat girtin, digel bêkêriya hikumetê jî yekîtî û biryara gel dê vê terorê têk bibe.

    Fransa: ‘Divê em hevkariyê xurt bikin'

    Serokomariya Fransayê di daxuyaniya xwe ya malpera Qesra Elyseeyê de êrişa Stenbolê ya terorî şermezar kir û got: ‘Em êrişa menfur a vê sibehê li Stenbolê bi tundî şermezar dikin û sersaxiyê ji malbatên kuştîyan re dixwazin. Ji her demê zêdetir pêwistiya me hevkariya dijî terorîzmê heye.'

    Balyozê Brîtanyayê: ‘Ez di şokê de me'

    Balyozê Brîtanya yê li Enqereyê Richard Moore ji bo teqîna Veznecilera Stenbolê ku 7 polês û 5 sivîl jiyana xwe ji dest dan ragihand ku ji bo kuştiyên kolanên Stenbolê ez dîsa di şoke de me.

    ​Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Philip Hammond jî di hisabê xwe yê Twitterê de got: ‘Dilê me bi qurbanên teqîna Stenbolê re ye, Brîtanya vê êrişa der aqil û hovane şermezar dike.'

    4 kes hatin binçavkirin

    Hat ragihandin ku bi êrişa terorî ya Veznecilera Stenbolê re girêdayî 4 kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên ku ji Midûriyeta Ewlehî hatin wergirtin 4 kesên ku bi teqînê re têkildar in hatin binçavkirin.

    Wesayîta bi kire bi qûmandayê hat teqandin

    Li gorî zanyariyên berdest, di êrişa terorî ya Veznecilera Stenbolê de wesayîta kirêkirî bi qumandayê hat teqandin.

    Şaredara Parîsê Hidalgoyê sersaxî da Topbaş

    Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo jî di hisabê xwe yê Twitterê de peyama sersaxiyê gihande Serokê Şaredariya Stenbolê Kadir Topbaş.

    Balyozê Amerîkayê Bass: ‘Pir xemgîn im'

    Balyoza Amerîka yê li Enqereyê John Bass derbarê teqîna Stenbolê di hisabê xwe yê Twitterê de peyameke par vekir. Bass di peyamê de êrişa terorî şermezar kir û sersaxî ji malbatên kuştî û birîndaran re xwest.

    Parlementerên Konseya Ewropayê jî şermezar kirin

    Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê (MPKE) daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got: ‘Dema Serokê MPKE Pedro Agramunt ji bo serdanên fermî li Enqereyê bi Serokwezîr Binali Yİldirim re bicive haya wî jê çêbû.

    Di berdewamiya daxuyaniyê hat gotin ku ev terorîstên çav nexel careke din li Stenbolê dan. Teror jiyan, nirx, sazî û şêwra jiyana me ya hevpar hedef digre. Êdî terorîzm ji Iraqê û ji Sûriye bigire hetanî Bamako, Bêrûd, Parîs û Stenbolê hemû ccihanê hedef digire.'

    Aliyev peyama sersaxiyê ji Erdogan re şand

    Serokomarê Azerbeycanê İlhan Aliyev ji bo teqîna Stenbolê peyama sersaxiyê ji hemkarê xwe Erdogan re şand.

    liyev di peyama xwe de got: 'Êrişa terorî ya Stenbolê bi awayekî zêde Azerbeycan xemgîn kir. Divê bi her cûreyê berxwedanê tekoşîna dijî terorîzmê bidome û li ser navê xwe û gelê Azerbeycanê sersaxiyê ji Tirkiyeyê re dixwazim.'

    Yildirim: ‘Terorê dîsa rûyê xwe nîşan da'

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim piştî teqînê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got: ‘Rêxistina terorê div an rojên meha pîroz a remezanê de hemwelatiyên me bêguneh ji bo kuştinê kirin hedef, ev dijminên însan û însaniyetê bi vê êrişê dîsa rûyê xwe nişandan. Her çi dibe bila bibe Komara Tirkiyeyê wê di tekoşîna dijî terorîzmê de qet tawîzê nede.'

    Piştî Brîtanyayê Almanyayê jî hemwelatiyên xwe hişyar kirin

    Almanyayê jî wekî Brîtanyayê hemwelatiyên xwe yên ku serdana Tirkiyeyê kiribûn hişyar kirin. Wezareta Derve ya Almanyayê di malpera xwe ya înternetê de hişyarike nivîskî weşand û got: ‘Di 7ê Hezîranê de li herêma Veznecilera Stenbolê teqînek pêk hat. Îstasyona metro ya Veznecilerê û rêyên derdorê hatine asêkirin. Heke hûn li herêmê bin hişyariyên berpirsên ewlehî diqat bikin.'

    Her wiha wezaretê di berdewamiya nivîsa xwe de hişyariyên xwe yên bajarên Stenbol û Enqere nû kir û ragihand ku ji cihen qelebalix xwe dûr bigrin. Li Tirkiyeyê bi sedema gengeşiyên siyasî dibin teqîn çebibin û hişyariyê didin ku hûn serdana bajarên başûrê rojhilat nekin.

    Erdogan: ‘Her tiştekî bedeleke wê heye'

    Serokomar Erdogan piştî serdana birîndarên teqîna Veznecilera Stenbolê kir ji rojnamevanan re got: ‘Serê gelê me sax be. Niha li Hasekê 2 birîndarên me yên giran hene. Hinek birîndarên ku min bi wan re sohbet jî kir hebûn û ji nêz ve wê bêne taburcîkirin. Tekoşîna me ya rêxistina terorê hetanî dawiyê wê bidome. Lê her tiştekî bedeleke wê heye û ev tekoşîn wê hetanî qiyametê bidome. Yanî tucarî bi vî awayî an jî bi wî awayî naqede. Ya girîng ku were kêmkirin.'

    Turîst otelen xwe diterikînin

    Piştî teqînê, hinek turîstên ku li otelên derdora bûyerê bûn rahiştin valîzên xwe û ji otelê veqetiyan. Li gorî daxuyaniyên xebatkarên otelê, turîst bi sedema ewlehiye xwestine ji otele veqetin.

    Britanyayê hemwelatiyên xwe hişyar kirin

    Piştî êrişa Veznecilera Stenbolê, Brîtanya hişyariya xwe ya serdana Tirkiyeyê nû kir. Wezareta Derve ya Brîtanyayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku di 7ê Hezîranê de li herêma Veznecilara Stenbolê teqînek pêk hat. Îstasyona metro ya Veznecilerê û rêyên derdorê hatine asêkirin. Heke hûn li herêmê bin hişyariyên berpirsên ewlehî diqat bikin.

    Erdogan serdana birîndarên teqîna Veznecilerê kir
    © Foto: DHA
    Erdogan serdana birîndarên teqîna Veznecilerê kir

    Erdogan li Nexweşxaneya Hasekî bû

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kesên ku di teqîna Bayazidê de birîndar bibûn li Nexweşxaneya Hasekê serdana wan kir.

    Walî Şahin: ‘7 jê polês 12 kuştî û 36 birîndar'

    Walî Şahin: ‘Waliyê Stenbolê Vasip Şahin di daxuyaniya xwe de ragihand ku di teqînê de 7 jê polês û 5 je jî sivîl bi tevahî 12 kesî jiyana xwe ji dest da û 36 kes jî birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa 3 kesan giran e û êriş bi wesayîteke bombekirî hat kirin.'

    Ezmûnên Zanîngeha Stenbolê hatin betalkirin

    Hat ragihandin ku ji ber teqîna Veznecilerê hemû ezmûnên kampusa Beyazidê ya Zanîngeha Stenbolê hatin betalkirin.

    2 kuştî û 8 birîndar

    Li gorî nûçeya Haberturkê di bûyera teqînê 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

    Îdiaya du teqîn çêbûn

    Li gorî zanyariyên CNN Tirkê li Veznecilerê du teqînên cûda çêbû, ya peşî dema wesayîta polêsan derbasbû wesayîteeke parkirî teqîya.

    5 polês birîndar in

    Her wiha li gorî agahiyên peşî di bûyera teqînê yek jê giran herî kêm 5 polês birîndar bûn.

    Polês kargehên derdorê vala dike

    Bi sedema teqînê gelek wesayît û kargehên derdorê ziyan dîtin. Polês kargehên ku zirar lê çebûye vala dike.

    Li Stenbole li nêzî metroya Veznecilerê dema wesayîta polêsan derbas bû teqînek pêk hat. Li gorî şahidên bûyerê di bûyerê de birîndar hene. Hejmarek zêde ambulans û hêzên ewlehiyê ber bi cihê bûyerê ve çûn. Li gorî zanyariyên kanala NTV, ji cihê bûyerê dengê çekan tê bihîstin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Gaziosmanpaşayê teqîn: 4 zarok birîndar bûn
    Li Farqînê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn: 8 birîndar!
    Li Nisêbînê teqîn: Yek ji wan giran 2 leşker birîndar bûn
    Li Nisêbînê teqîn: 12 tîmên taybet birîndar bûn!
    Li Silopiyayê teqîn: 3 kuştî herî kêm 30 kes jî birîndar bûn
    Etîketan:
    Li dijî wesayîta polêsan teqîn, Teqîna Veznecilerê, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de