10:34 20 Îlon 2017
Zindî
    hevserokên hdpê- demîrtaş- yuksekdag

    Demirtaş: ‘Ez pir meraq dikim ku tehlîla xwîna Erdogan bigrin dê çi derkeve'

    © Foto: AA/ Volkan Furuncu
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3010

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş bersiva Erdoganê ku derbarê parlamenterê Parlamentoya Federal ya Almanyayê ku bi eslê xwe tirk e gotibû dive mirov xwîna wan di labaratoraê de tehlîl bike, da. Herwiha Demirtaş got: ‘Ez pir meraq dikin ku di labaratorarê de tehlîla xwe çêbike dê çawa encam derkeve.'

    Enqere — Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag beriya civîna Lijneya Reveberiya Navendî ya partiya xwe de pirsên rojnamegeran bersivandin.

    Demirtaş li ser pirsek, ragihand ku piştî ‘Qirkirina ermeni'yan ji aliyê Parlamentoya Federal ya Almanyayê ve hate qebûlkirin êrişên derbarê Hevserokê Partiya Keskan Cem Ozdemir wek nîjatperestî nirxand.

    Demirtaş wiha dewam kir: ‘Ji xwe pênasîna tirkî, di serî de Serokomar û kesên ku nîjadiya tirkî dikin eşkere bû. Serokomar bi daxuyaniya xwe ya dawî vî yekî teqez kir. Ev yek jî dide nîşandan tirkîtî li Tirkiyayê nasnameyekê hemwelatî yê nîne, girêdayê xwînê ye.

    Hevserok, eger Serokomar tirkîtî yê bi xwînê kifş dike ez pir meraq dikim ku ji bo xwe tehlîl çêbike dê ji bo wî çi encam derkeve. Peywek wiha nîjadperestî ji aliyê kesekî ne tirk ve tê kirin bûyerek xemgîn e. Kesek ku xwe çawa dibînê wisa ye. Eger xwe tirk dibîne tirk e, xwe kurd dibîne kurd e.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: ‘Tu zordar û dîktator heta dawiyê namînin'
    Demirtaş: ‘Kî fermana wêrankirina bajaran daye Xwedê belayê wî bide'
    Selahattin Demîrtaş ji bo Erdogan: HDP bûye kabûsa te
    Demîrtaş û Sariyildiz li NYê bûyerên Cizîrê vegotin!
    Etîketan:
    meraq, civîn, bersiv, pirs, nîjadpeestî, peyv, tehlîl, labaratoar, xwîn, HDP, Recep Tayyip Erdogan, Cem Ozdemir, Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş, Enqere, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de