12:19 26 Îlon 2017
Zindî
    Alparslan Çelik

    Di doza Alparslan Çelîk de ti biryar derneket

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Dadgehê derheqê Alparslan Çelîkê ku bi tohmeta pîlotê rûsî kuştiye dihat darizandin biryara neşopandinê da.

    Navenda nûçeyan — Derheqê Alparlas Çelîk û 13 kesên din bi sedemên ‘dijberiya qanûna bi hejmara 6136' û ‘peydekirina çekên şer' 8 sal cezayê girtîgehê hate birin. Li ser îxbarekê polêsan di 31 Adarê de bi ser restorantêkê ve girtin. Polêsan li cihê bûyerê Alparlan Çelîk, Murat Gezer, Nurettîn Yildiz, Suleyman Altunkaynak, Bayram Karaaslan, Îsmaîl Demîr, Fatîh Arnas, Avnî Varol, Asîl Tirnova, Mustafa Develî, Îbrahîm Çelîk, Serkan Kurtuluş, Çaglar Bîrdal ve Mehmet Ercan Bîlîr desteserkirin.
    Li mal û wesayetên her 14 kesan lêgerîn hatin kirin û di encamê de 5 tivingên bi makine, 4 tebançe û 2 bêtêl hatin dîtin.
    Di nava kesên hatibû binçavkirin de Alparlan Çelîk yê ku pîlotê rûsî kuştibû jî hebû. Hate ragihandin ku derheqê Çelîk de bi sûcê ‘pereyê sexte' 2 sal nîv cezayê hatiye kesînkirin heye. Ji xeynî ji aliyê Miduriyeta Ewlehiya Elazigê ji ber sûcên ‘sextekarî' û ‘alîkariya reva girtiyan' li Çelîk digeriya.

    8 SAL CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ TÊ XWESTIN

    Derheqê Alparslan Çelîk û 13 kesên bi wî re ji sûcên ‘dijberiya qanûna hejmara 6136' û ‘peydakirina çekên şer' ji aliyê Dozgerê Komarê yê Buora Sucên Rêxistin û Terorê Berkant Karakaya doz hate vekirin. Dozger Karakaya derheqê Alparslan Çelîk, Murat Gezer, Nurettîn Yildiz, Suleyman Altunkaynak, Bayram Karaaslan, Îsmaîl Demîr, Fatîh Arnas, Avnî Varol, Asîl Tirnova, Mustafa Develî, Îbrahîm Çelîk, Serkan Kurtuluş, Çaglar Bîrdal ve Mehmet Ercan Bîlîr de heta 8 salan cezayê girtîgehê xwest.

    Doz wê di rojên pêş de dest pê bike.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova bersiva nameya Alparslan Çelik da
    Alparslan Çelik nameya aştiyê ji berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê re şand
    Îadekirina Alparslan Çelik ji bo Rûsyayê îhtîmaleke kêm e
    Dozger wê pirsa kuştina pîlotê rûsî ji Alparslan Çelik bike
    Etîketan:
    pîlotê rûs, ceza, girtîgeh, Çaglar Bîrdal, Serkan Kurtuluş, Alparslan Çelik, TRIKIYE
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de