23:02 26 Îlon 2017
Zindî
    Celal Dogan

    HDPê Celal Dogan bersiv da Fenerbahçeyê: Nemerdî ye!

    © Foto: fb
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Celal Dogan ragihand ku HDPê partiyekê legal e, HDPê partiyeke aştiyane û aştîxwaz e. Ku mirov ji HDPê re bibejê cudaker, ev nemerdî ye.

    Navenda Nûçeyan — Parlamenterê HDPê Celal Dogan bersiva Fenerbehçeyê da û got, "partiya ez endamê wê me partiyeke legal e. Gava ez 32 salî bûm ez bûm parlementer û di 72 saliya xwe de, dîsa bûm parlementer. Sedema ku ez bûm parlementer ew e ku HDPê partiyeke aştîxwaz û yekîtîxwaz e. Ti kes nikare gumanê ji welatperweriya me bike."

    Doganî bersiva daxwaznameya endamê Fenerbaheçyê Ahmet Şukruyî da û got: "Ew kesê dixwaze ez ji Fenerbahçeyê bêm avêtin, nanasim. Di salonê de hinekan bertek jî nîşan daye. Serokê duyem Şekip Mosturoglu gotiğe ‘ez ê Celal begî bibînin û îfadeya wî bistînin, em ê çareyeke demokratik bibînin".

    Parelemnterê HDPê gotinên xwe wiha dewam kirin, "Ez ji mêjde namzetê werzişê me. Demeke dirêj e min werziş kiriye û ez bûme şaredarê Dîlokê. Min werziş wek unsurekî aştîxwaz bi kar anî û di wê deme de b^yereke teröre jî çênebû".

    Bi heman mijarî:

    Celal Dogan: 'Daxuyaniyên rayedaran DAIŞê dide hezkirin'
    Selahattin Demîrtaş ji bo Erdogan: HDP bûye kabûsa te
    HDP: Gelo raste ku şîrketên tirk ji DAIŞê re madeyên kîmyewî dişinin?
    HDP û DBP ji bo çalakiyan bi çapemeniyê re civiyan û bangî gelî kir
    HDP: Emê serî netewînin!
    Parlementerên danîmarkî: HDP ne bi tene ye
    Etîketan:
    cudaxwaz, aştîxwaz, werziş, HDP, Ahmet Şukru, Celal Dogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de