01:11 26 Îlon 2017
Zindî
    PAK - Mustafa Ozçelîk

    PAKê bang li PKK kir: Dev ji siyaseta hendek û barîkatan berde

    © Foto: Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Serokê Gelemper yê Partiya Azadiya Kurdistan Mustafa Ozçelik, PKK û HDP rexne kir û ragihand ku siyaseta şer, pevçûn, barîkat û hendekan ne ji feyda gel re ye berevajî zerareke mezin e.

    Batman — Ozçelîk li Batmanê bi civîneke çapemeniyê bang li PKK û HDP kir û diyar kir ku ew di nava siyaseteke şaş de ne û divê bi lez û bez dev ji vê siyaseta xwe berdin. Ozçelîk balê kişand ser şerê li nava bajaran û da zanîn ku hendek, barîkat û pevçûn ji zerara gel re ye û wiha got: ‘Em bangî PKKê dikin. Bi kuştin, qetlîam û hilweşînan mirov nagihêjî ti deran. PKK di nava şaşiyeke mezin de ye. Sivîl dimrin lê em dibînin ku PKK di şer de hêj bi israr e.'  

    ÇARESERÎ GIRÊDAYÎ HEVKARIYA SIYASÎ Û CIVAKÎ YE

    Ozçelîk pevçûnên li nava bajarên kurdan weke zerareke mezin binav kir û ragihand ku çareserî jî girêdayî hevkariya siyasî û civakiye. Ozcelîk da zanîn ku ji sedî 90ê zêdetirê gel li nava bajaran şer naxwazin lewra ji ber şer perîşan bûne.

    Ozçelîk rexne li HDPê jî kir û got: ‘HDP jî şerê li nava bajaran bi gotinên ‘ev berxwedana ciwanan e' destek dike. Ev ne siyaseteke rast e. HDP siyaseta PKKê ya şer raste rast destek dike. HDP radibe li şaredariyan, xweseriya bi çek radigihîne. Dema ku ew tevgerên wiha bikin dewlet wê bajaran jî hilweşîne, qayûman jî bişîne û we sibe du sibe wan di hepsan jî xîne.'

    Ozçelîk aciziya gel ya ji şerê di nava bajaran de dubare kir û got gel êdî şer naxwaze.
     

    Bi heman mijarî:

    PAK: ‘Ji bo rawestandina şer bang li PKKê û dewletê kir'
    PAK: Li Kurdistanê qetlîam berdewam dikin
    PAK: ‘Azadiya Kurdistanê dê xelata herî mezin be ji bo Barzaniyê nemir’
    PAK: 'Li Kerkûkê êrişên li dijî pêşmergeyan karê Îranê ye'
    Etîketan:
    siyaseta pkk, şaşî, bajarê kurdan, şer, partiya azadiya kurdistan, Mustafa ozçelik, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de