21:44 25 Îlon 2017
Zindî
    Cenazeya Ebû Leyla

    Cenazeyên fermandar Ebû Leyla û Harûn Kobanî gihişt goristanê

    © Foto: anha
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2910

    Karwanê cenazeyên Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Leyla û şervanê HSDê Harûn Kobanî ku bi deh hezaran kes tevlî dibin, gihîşt Goristana Şehîd Dîcle ya li gundê Termikê.

    Kobanî — Cenazeyê Ebû Leyla û şervanê HSDê Harûn Kobanî ku ji Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê ve hatin wergirtin, bi karwanekî mezin ji tirimbêlan berê xwe da Goristana Şehîd Dîcle ya li gundê Termik.

    Piştî ku karwan gihîşt goristanê, merasîmê dest pê kir. Meresîma ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de, Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê Hediye Yusuf, Hevseroka Meclîsa Suriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, Hevserokê Giştî yê PYDê Salih Muslim, Berdevkê HSDê Şervan Derwîş, Fermandarê Gîştî yê Ketîbeya Şems El-Şemal Mihemed Ebû-Adêl, Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokartîk a Kobanê Rûken Ehmed, Serokê Desteya Têkiliyên Derve Îbrahîm Kurdo û Serokê Desteya Malî û Aborî Fethî Misiro, endam û rêveberên hemû sazî û rêxistinên li Kantona Kobaniyê jî di nav de bi de hezaran kes amade bûn.

    Merasîma ku bi dehan rojnamevan jî dişopînin bi axaftinan didome.

     

    Bi heman mijarî:

    YPG: Li Şedadê 32 terorîst hatin kuştin!
    YPG: Li Şêxmeqsûd û Cerablûsê 5 terorîst hatin kuştin
    YPG: Di encama topbarana leşkerên tirk de endamê Meclîsa Leşkerî jiyana xwe ji dest da
    YPG: Jamie Bright jiyana xwe ji dest da
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê derbasî sînorê Efrînê bû
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê êrişî gundên Kobaniyê kir
    Generalê Tirk ji yê amerîkî re: YPG dê we poşman bike
    Etîketan:
    şehîd, Harûn Kobanî, salih muslim, Ebû Leyla, Şervan Derwîş, Minbic, Kobanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de