09:56 21 Îlon 2017
Zindî
    meclis-parlemento-tirk

    Parlementerê tirk amadehiya pêşnûmeya qirkirinê dike

    © Foto: AA/ Murat Kula
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Piştî ku parlementoya Almanyayê pêşnûmeya ‘qirkirina ermeniyan' erê kir, parlementerên tirk jî ketin nava tevgerê û niha hin amadehiyan dikin. Parlementerê AKPê komkujiya Namibyayê ya ku ji aliyê almanan ve hate kirin wê bîne rojeva meclisê.

    Navenda nûçeyan — Parlementerê AKPê yê Stenbolê Metîn Kulunk pêşnûmayeke nû wê pêşkêşî meclisê bike. Pêşnûmeya ji bo ku komkujiyên li ser gelê Nambiyayê weke'qirkirin' bê qebûlkirin wê bê amadekirin. Kulunk bal kişand ser arşîvên osmanî, alman, brîtanî û rûs û ragihand ku tevî ku di arşîvên van hemû welatan de tiştekî derheqê qirkiran ermeniyan erê bikenîne jî, dîsa jî em dibînin ku gelek welat vê yekê weke lîstikeke siyasî bikartîne. Kulunk got Tirkiye li gel hemû tiştan biryara Almanyayê weke ‘tine' qebûl dike û wê Tirkiye li hember lîstikên siyasî ti caran têk neçe.

    'KOMKUJÎ JI EWRÛPAYÊ BELAVÎ CÎHANÊ BÛYE'

    Kulunk diyar kir ku welatê rastîn yê qirkirinan Ewrûpaye û wiha pê de çû: ‘Ger dîroknas meraq bikin ku ka komkujî çawa tê kirin bila li dîrokên welatên Norwêc, Almanya û Brîtanyayê binêrin. Bila li bûyerên Bosnayê binêrin. Dema ku li dîroka van welatên navborî binêrin wê bibbînin ku ‘komkujî' ji welatên ewrûpî belavî cîhanê bûye. Lewra di navenda çanda Ewrûpayê de ne mirov. Ew dixwazin hemû kesan bikin wekî xwe.'

    Kulunk behsa hin planên xwe kir û diyar kir ku divê komkujiyên ku welatên ewrûpî kirine bi rêya enstutiyên lêkolînan li zanîngehan bên vegotin. Kulunk bal kişand ser komkujiyên welatên ewrûpî û ragihand ku welatên brîtanî, awistralî, fransî li Cezayirê û Almanan jî li Namibyayê gelek komkujî kirin.

    ‘EZÊ PÊŞNÛMAYA QIRKIRINÊ PÊŞKÊŞ BIKIM'

    Kulunk diyar kir ku almanan di serê salên 1990an de girte ser gelê Namibyayê û xwestin ku wan asîmîle bikin û kesên ku asîmîle nebûn jî qirkirin. Kulunk bal kişand ser encamên komkujiya Namibya û got bi hezaran gelê namaî û herorî  û got ew bûn qurbanên politikayên mêtingeriya almanan.

    Kulunk da zanîn ku wê derheqê komkujiya Namibyayê de wê di demeke nêz de pêşnûmayekê amade bikin û pêşkêşî meclisê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Parlementerên AKPê li ser pêşnûmayê şirove kirin: Almanên Gawir, nêviyên Hîtler
    Ji ber "komkujiya ermeniyan" bi e-peyaman gef li parlementerên alman hatin xwarin
    'Emê navên parlementerên AKPyî yên dixwastin ku Bayik û Karayilan biezimînin eşkere bikin'
    Parlementerên danîmarkî: HDP ne bi tene ye
    Etîketan:
    komkijî, ewrûpa, meclisa tirk, qirkirin, akp, metîn kulunk, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de