08:39 26 Îlon 2017
Zindî
    Rêvebirê DBPê yê Şirnexê Hurşît kulter

    Saziyên sivîl aqûbeta Hurşît Kulter dipirsin

    twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Saziyên sivîl ji dewletê û hikûmetê daxwaz kirin ku agahî derbarê Hurşît Kulter de bidin. Kulter ji 27ê Gulanê heta niha winda ye ku tê gotin ji hêla hêzên ewlekariya tirk ve hatiye desteserkirin.

    Navenda Nûçeyan — Saziyên di bin navê Hevgirtina Têkoşîna li hember Bêcezatiyê de kombûne bi daxuyaniyeke nivîskî daxwaz kirin ku aqûbeta rêvebirê BDPê yê Şirnexê Hurşît Kulter were diyarkirin. Di daxuyaniya hevpar de ji ber rewşa Kulter, baldarî ji raya giştî ya navdewletî û ya Tirkiyê tê xwestin.

    Saziyên sivîl şer û pevçûnên li bajarên kurdan bibîr dixin û diyar dikin ku di vê demê de ji ber binpêkirina mafên mirovan û nûçeyên derbarê zêdebûna windayan de ew bi endişe ne.

    Daxuyaniya saziyan bi van agahiyan berdewam dike; "Diyarkirina aqûbeta Hurşît Kulter, tedbîrstandina li hember tehlîkeya li ser jiyana wî, ji ber hiqûqa navdewletî û ya netewî wezîfeya dewleta Komara Tirkiyê ye."

    Saziyên ku îmze avêtine bine daxuyaniyê ev in: Baroya Batmanê, Baroya Amedê, Komeleya Xebatên Bîrê Edaletê û Rastiyê, Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê, Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê, Baroya Şirnexê û Baroya Wan ê.

    Hurşît Kulterê ku rêvebirê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Şirnexê ye ji şeva 27ê Gulanê û vir ve wenda ye. Li ser hin hesabên medyaya sosyal hatibû ragihandin ku Kulter hatiye desteserkirin. Ev hesabên ku navên wan derbas dibin tên îdiakirin ku ji hêla tîmên taybet ve tên birêvebirin. Parlamentera HDPê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk diyar kir ku ji hêla hesabekî twitter ê jê re mesaj hatiye şandin û hatiye gotin ku "Hurşît îro li taxa Yenîmahalleyê bi çeka xwe ya M16ê ve di koncala kanalîzasyonê de hatiye desteserkirin".

    Bi heman mijarî:

    Rêvebirê DBPê ji 27ê Gulanê û vir ve windaye
    Li Şirnexê şerê dijwar diqewime
    Li Şirnexê welatiyek bi perçeyên şerabnelê hat kuştin
    Li Şirnexê şer û pevçûn: 6 tîmên taybet birîndar bûn
    Mizgefta Geylanî ya Şirnexê hate bombekirin
    Li Şirnexê polîsek hat kuştin!
    Etîketan:
    winda, Hevgirtina Têkoşîna li hember Bêcezatiyê, DBP, Hurşît Kulter, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de