11:26 24 Îlon 2017
Zindî
    Azadiya çapameniyê

    Di meha Gulanê de 18 rojnameger hatin desteserkirin

    © AFP 2017/ Ozan Kose
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Komeleya Rojnameger Azad raporta xwe ya meha gulanê aşkere kirin. Li gor raportê di meha gulanê de 18 rojnameger hatin desteserkirin û 6 rojnameger hatin girtin. Gef li 2 rojnamegeran hate xwarin û 2 rojnamger jî dema ku nûçe dişopandin bi awayekî kêfî hatin astengikirin.

    Navenda Nûçeyan — Di 1ê Gulanê de li Okmeydaniyê di navbera ciwanan û polîsan de pevçûn ji ber daxwaza derketina Taqsîmê derket. Di dema vê pevçûnê de nûçegîhana rojnameya Ozgur Gundemê Burcu Ozkaya ji ber ku fîşeka bombeya gazê li lingê wê ket birîndar bû.

    Di 3ê Gulanê de li gundê Karbeyazê ya navçeya Altinozu ya Hatayê nûçegîhanên DİHAyê Erdogan Alayumat û Ergin Çaglar dema ku nûçe dişopandin hatin desteserkirin. Her du nûçegîhan birin Qereqola Jendermeyan a Karbeyazê lê sedema desteserkirina wan nehate zanîn.

    BI LÊDANÊ HATIN BINÇAVKIRIN

    Di 4ê Gulanê de piştî êrîşa bombeyi ya li hemberî Miduriyeta Asayişa Entabê nûçegîhanê DİHAyê Mehmet Hakki Yilmaz çû ciyê bûyerê û li vir hate desteserkirin. Di heman demê de polîsan girte ser mala Yilmaz û hevalê wî yê malê Cahit Ozbek jî desteserkir. Piştî lêpirsîna asayişe her du derxistin pêşberî dadgehê. Yilmaz bi îdiaya ku ‘endamê rêxistinêye' hate girtin, Ozbek bi şertê kontrola edlî serbest hate berdan.

    NÛÇEGÎHANÊ NTVYÊ BIRÎNDAR BÛ

    Di 6ê Gulanê de li Edliyeya Çaglayanê li hember rojnameger Can Dundar û Erdem Gul êrîşeke çekdarî pêk hat. Êrîşkar hate desteserkirin. Nûçegîhanê NTVyê Yagiz Şenkal di dema êrîşê de ji linge xwe ve birîndar bû.

    Di 9ê Gulanê de li navçeya Stewrê ya Mêrdînê di encama serdegirtina malan de 5 kes hatin girtin ku yek ji wan nûçegîhanê DİHAyê Abdulkadir Turay bû. Turay û 4 kesên din bi hinceta ku ‘alîkariya rêxistinê kirine' hatin girtin. Turay şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.

    ‘EZÊ BERA SERÊ TE DIM, TI KES NIKARE TIŞTEKÎ BIBÊJE'

    Di 10ê Gulanê de li navçeya Yenîşehîr a Amedê di dema ku wesayita leşkerî derbas dibû teqîn pêk hat. Nûçegîhanê DİHAyê Diyar Balkaş dema ku xwest vê bûyerê bişopîne ji hêla tîmen taybet ve hate astengkirin. Polîsan çek xistin serê Balkaş û ew li erdê dirêj kirin. Tîmên taybet dest danîn ser kameraya wî û jê re gotin ku "Ez ê bera serê te dim û ti kes nikare ji min re tiştekî bibêje. Heke ku ti din ava 3 saniyan de neçî ez ê te li vir bikujim".

    Di 13ê Gulanê de li Kadikoya Stenbolê li ber rawestgehên metrobusê polîsan kontrola nasnameyan dikir û li vir Editorê Weşanxaneya Aramê Ferzende Taşan desteserkirin. Taşan bi hinceta ku ji bo wî biryara lêgerînê hatiye derxistin ku tê gotin ‘endamê rêxistinê' ye. Ferzende Taşan piştî Asayişa Goztepeyê birin Edliyeya Çaglayanê, ew girtin û birin Girtîgeha Metrîs ê.

    Di 13ê Gulanê de li derveyî Wanê li Kurubaşê, nûçegîhanê DİHAyê Nedîm Tulfent hate desteserkirin. Beyî ku bi parêzeran re hevdîtinê bike ew şandin Geverê û piştî ku derket pêşberî dozger, bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê' hate girtin.

    NÛÇEYA ‘VAYE DOKUMENA ‘VEŞARTÎ' YA OPERASYONA GEVERÊ' BU SEDEMA DESTESERKIRINÊ

    Di 14ê Gulanê de nûçegîhana DİHAyê Şermin Soydan dema ku li Wanê nûçe dişopand hate desteserkirin û piştî ku derket pêşberî dadgehê hate girtin. Soydan ji ber nûçeya xwe ya ku digot ‘Vaye dokumena ‘veşarti' ya operasyona Gever' hate girtin û ew şandin girtîgeha Tîpa F ya Wan ê.

    Di 20ê Gulanê de nûçegîhanê Rojnewsê Rovan Reşît di dema şopandina nûçeyê de rastî êrîşî hat.

    Di 24ê Gulanê de polîsan avêt ser Karacadagê ku li Rihayê radyoya herî zêde tê guhdarkirin. Serdegirtin bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Rihayê ve çêbû û sedema serdegirtinê jî ew bu ku di weşanan de ‘Heqareta li Serokomar', ‘Propagandeya rêxistinê' û ‘Pesindana sûc û sûcdar'.

    Di 31ê Gulanê de li Mêrsînê Emîn Demîr ê ku rojnamegeriya serbest dikir, ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî, bi hinceta ‘propagandeya rêxistinê' dike hate girtin. Demîr şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan rojnamegerên biyanî ji xwe re kir hedef: Çi karê we li Amedê heye?
    Lîsteya rojnamegerên "divê bên dersînorkirin" di rojeva Almanyayê de ye
    Mehmet Elî Ertaş: `Pêdivî bi yekîtiya rojnamegerên kurd heye`
    Rojnameger Aysel Avesta serbest hate berdan
    Asayişa Herêma Kurdistanê rojnameger Aysel Avesta girt
    Etîketan:
    azadiya çameniyê, girtin, Komeleya Rojnamegerên Azad, Burcu Ozkaya, Erdogan Alayumat, Nedîm Tulfent, Mêrsîn, Mêrdîn, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de