21:17 26 Îlon 2017
Zindî
    Hadi Gumuş

    ‘’Almanya dixwaze xwe efû kirin bide..’’

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Nivîskar û lêkolîner Hadi Gumuş ê ku yek ji wan çend kesên Ermenî ye yên li Amedê dijîn, li ser biryara parlementoya Almanyayê got, “Almanya dixwaze xwe bide efûkirin û wek kurdan dev ji înkarê berde.

    Omer Faruk Baran

    Amed - Parlementoya Almanyayê li ser jenosîda dewleta Osmaniyan biryara erêkirinê da. Di serî de serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, serok û rêvebirên dewleta tirk li dijî vê biryarê bertekên nerazîbûnê nîşan dan. Li dijî vê biryarê tirkan li gelek bajaran protesto li dar xistin.

    Nivîskar û lêkolîner Hadi Gumuş ê ku yek ji wan çend kesên Ermenî ye yên li Amedê dijîn, li ser biryara parlementoya Elmanyayê taybet ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Gumuş got: ‘'Ji bo jenosîda ermeniyan kurdan dev ji înkarê berda, derbasî îqrarê bûne niha. Di wê jenosîda mezin de destê Almanyayê jî hebû. Almanyayê biryarek girtiye, bêguman ew biryareke rind e. Elbet Almanya bi vê qirarê re dixwaze xwe efû kirin bide. Çinku destê wan jî di kuştina Ermeniyan de hebû. Ew jî nola kurdan ji înkarê hatin îqrarê.''

    Gumuş destnîşan kir ku kurdan jî bi tirkan re ji nezaniyê qetlîam kiriye û dewlemendên kurdan jî ji bo talanê alikariye kujeran kiriye.

    Di dawiya axaftina xwe de Gumuş wiha go: ‘'Hêvîdar im bi biryara Almanyayê hin tişt biguherin. Ez ne dîndariyê diparêzim, ne jî neteweperweriyê. Dixwazim li her derê biratiya gelan hebe. Bes niha hişmendiyeke xerab heye li vir. Heta ew hişmendî xerab nebe biratî xeyaleke pir çetin e. ‘'‘'Almanya dixwaze xwe efû kirin bide..''

     

    Bi heman mijarî:

    Parlementoya Almanyayê pêşnûmaya qirkirina ermeniyan pejirand
    Merkel piştgiriya biryara pejirandina qirkirina ermeniyan dike
    KCD: Qirkirina li hemberî Ermeniyan îro li dijî Kurdan tê kirin
    Li 2 gundên Ezazê komkujî pêk hatin: 48 kuştî
    Dewlet Gundê Geverê vala dike! Kurd bang dikin: "Komkujî heye me xilas bikin"
    Komkujî: Bi dehan welatiyên kurd hatin qetilkirin
    Etîketan:
    qirkirina ermeniyan, parlementoya Almanyayê, Dewleta Osmaniyan, Amed, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de