21:14 26 Îlon 2017
Zindî
    Esil el Nuceyfî

    Waliyê Mûsilê yê berê: ‘Hê gelek tiştên ku em ji DAIŞê fêr bibin hene'

    © Foto: AA/ Hemn Baban
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Waliyê bajarê Mûsilê yê berê Esil el Nuceyfî ku bi nêzîkatiya Tirkiyeyê tê zanîn ragihand ku gelê Mûsilê li şûna ku milîsên şie wan rizgar bikin, dixwazin di bin kontrola DAIŞê de bijîn.

    Navenda Nûçeyan — Waliyê bajarê Mûsilê yê berê Esil el Nuceyfî ku bi nêzîkatiya Tirkiyeyê tê zanîn ragihand ku gelê Mûsilê li şûna ku milîsên şie wan rizgar bikin û azad bibin ew dixwazin di bin kontrola DAIŞê de bijîn. Hê gelek tiştên ku em ji DAIŞê fêr bibin hene.

    Esil el Nuceyfî di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Telegrapya brîtanî de got: 'Ji bo tekoşîna dijî rêxistina terorîst a DAIŞê û rizgarkirina Mûsilê 10 hezar milîsên li Başîqayê ku ji terefê hêzên Tirkiyeyê ve hatin perwerde kirin amade ye.'

    Divê em xeletiya DAIŞê dubare nekin

    Nuceyfî di berdewamiya axaftina xwe de got: 'Raste DAIŞê di sala 2014an de Mûsil bi dest xist, lê xelkê wir digot hikumeta navendî tu qedr û qîmet nade me û wiha difikirî. Artêşa Iraqê wekî hêzêke ku nûneriya wan nake û dagirker e didît. Li gorî gelek kesan artêşeke Îslamî ku di pêşengiya suniyan de fikreke baş bû.'

    Beşek gelê Mûsilê ku niha li wir dijîn encama wê çi dibe bila bibe dixwazin ji terorîstên DAIŞê xilas bibin. Piraniya hejmareke zêde jî li şûna ku milîsên şie wan rizgar bikin dixwazin di bin kontrola DAIŞê de bijîn. Lewra gelek tiştê ku em ji DAIŞê fêr bibin heye. Em jî tevlî hinek tiştên ku DAIŞ dike erê dikin û li hemberî hinek tiştan derdikevin. Divê em guherînên DAIŞê bişopînin û xeletiya berê dubare nekin.'

    Bi heman mijarî:

    MÛSIL - 400 terorîstên DAIŞê êrişî pêşmerge kirin
    MÛSIL - DAIŞê çûn û hatinê qedexe kir
    Mûsil - Serhildan û operasyon! 60 kuştî 11 binçavkirin
    MÛSIL - 18 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    Riya Mûsil-Şedadê di bin kontrola hêzên kurd de ye
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Waliyê bajarê Mûsilê yê berê, Esil el Nuceyfî, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de