23:02 20 Îlon 2017
Zindî
    tayîp û emîne erdogan

    Erdogan diçe Amerîkayê

    © Foto: © AA/ Kayhan Özer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2201

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan bo beşdarî merasîma definkirina boksorê navdar Muhammed Alî bibe wê biçe Amerîkayê.

    Muhammed Ali
    © AFP 2017/ Frederick Brown
    Navenda nûçeyan —Boksorê navdar Muhammed Alî roja şemiyê ji ber sedemeke nehate zanîn wefat kir. Malbata Muhammed Alî daxuyand ku boksorê navdar Muhammed Alî wê roja înê li bajarê Lousville yê girêdayî parêzgeha Kentuckyê bê definkirin. Malbatê bi rêya çapemeniyê ragihand ku hemû kesên dixwazin dikarin beşdarî merasîmê bibin.

    Serokomar Tayîp Erdogan bi rêya telofonê sersaxî ji hevjîna Muhammed Alî Lonie Alî xwestibû û niha jî bo ku beşdarî merasîmê bibe amadehiya çûna Amerîkayê dike.

    Di merasîmê Serokê berê yê Amerîkayê Bill Clinton wê axaftinekê bike. Tê payîn ku komedyen Bill Crystal û nivîskarê werzîşê Bryant Gumbel jî axaftinan bikin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Cameron û Xan peyama Muhammed Alî
    Werzîş xembar e: Muhammed Alî tiştekî nayê jibîrkirin afirand
    Etîketan:
    boksor, merasîm, definkirin, cenaze, muhammed alî, tayîp erdogan, amerîka, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de