22:52 26 Îlon 2017
Zindî
    Heleb

    Sûriye: Erîşen Helebê bi alîkariya Tirkiyê çêdibin

    © AFP 2017/ Ameer Alhalbi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Wezareta Karê Derve ya Sûriyê, ji Sekreterê Giştî yê YEyê Ban Ki Moon û Desteya Ewlekariya NYyê re name şand. Wezaret di nameye de dibêje ku komên ji hêla dewletên Rojava weke ‘nerm' tên binavkirin, li gel El Nusrayê û bi alîkariya Tirkiyê li Helebê êrîşî gel dikin.

    Navenda Nûçeyan — Di nameye de tê gotin ku, Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qeter alîkariyê didin hêzên terorîst û dixwazin hevdîtinên aştî yên li Cenêvê berdewam dikin têk biçin. Herweha Wezaret diyar dike ku "Ev êrîşana parçeyek ji çalakiyên terorê yên rêkûpêk in ku ji hêla rejîma Tirkiyê ve tên plankirin û amadekirin û ji hêla ‘muxalifên nerm' ve tên pêkanîn."

    Navenda şopandina agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyê ragihandibû ku, li Helebê li Taxa kurd Şêx Meqsûdê zêdetirî 2 hezar militan bi El Nusra û hin rêxistinên çekdar re êrîşan lidar dixe. Dîsa tê gotin ku El Nusra li gel rêxistinên weke Ahrar'uş Şam, Artêşa Îslamê û Artêşa Fethê bi topên hawanê û çekên giran êrîş dibin ser Şêx Meqsûdê û zêdetirî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

    Hikûmeta Sûriyê diyar dike DYA, Frensa û Îngîltere daxwaza Rûsyayê li Desteya Ewlekariya NYyê ret kirine ku dihate xwestin Artêşa Îslamê û Ahrar'uş Şam bikevin nav lîsteya terorê. Di nameyê de hate gotin ku hin welat çavên xwe ji wî tiştî re digirin ku Tirkiyê sînorên xwe ji terorîstan re veke û ev tişt jî rêxistinên terorê teşwîq dike.

    Bi heman mijarî:

    El Nusra û Ahrar'uş Şam, li Helebê êrişî Şêx Meqsûdê dikin
    Rêxistinên terorîst bi çekên kîmyewî êrişê Şêx Meqsûdê dikin
    Li Helebê 32 sivîl di encama pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan
    Li Helebê 23 welatiyên sivîl hatin kuştin
    Komên terorîst ku di nav de leşkerên tirk jî hene êrişî Helebê dikin
    Etîketan:
    'muxalifên nerm', êrîş, Ahrar-u Şam, El Nusra, Desteya Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî, Hikûmeta Sûriyeyê, Ban Ki Moon, Taxa Şêx Meqsûd, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de