19:56 22 Îlon 2017
Zindî
    Demirtaş

    Ji Demirtaş bo Erdogan: ‘Heke dîplomaya wî tunebe serokomarî diweşe'

    © Foto: DİHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1920

    Hevserokê HDPê û parlamenterê Stenbolê Selahattin Demirtaş derbare diplomaya Erdogan de ragihand ku heke diplomaya wî tunebe serokomarî diweşe.

    Enqere — Hevserokê HDPê û parlamenterê Stenbolê Selahattin Demirtaş derbare diplomaya Erdogan de ragihand ku heke diplomaya wî tunebe serokomarî diweşe. Qanûn wiha dibêje, heke neyê îspatkirin ku diplomaya wî ya dibistana bilind heye serokomariya wî hildiweşe.

    Selahattin Demirtaş beriya civîna Lijneya Rêvebiriya Navendî li ber deriyê navenda avahiya giştî daxuyaniyek da çapemeniyê û behsa dîplomaya Serokomar Recep Tayyip Erdogan kir û ragihand ku li gorî qanûnê heke neyê îspatkirin ku diploma wî heye serokomarî hildiweşe.

    Ji kerema xwe bila yek derkeve û bêje ez hevalê wî yê zanîngehê me

    Demirtaş di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Ez namzede serokomariyê bûm û ew jî reqîbê min bû. Me kopyayên dîplomayên xwe pêşkêşî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind kir. Di endambûna parlamenteriyê de jî ev kopya tê dayîn. Bi rojane ev mijar tê nîqaşkirin. Divê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) derbarê mijarê de daxuyaniyekê belav bike. Em jî em ê serî li LHBê bidin û bejim dema ev kes bû namzed we belgeyên wî kontrol kirin an na. Li holê ne dîploma û ne jî hevalekî wî yê zanîngehê heye. Ji kerema xwe bila yek derkeve û bêje ez hevalê wî yê zanîngehê me.'

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: ‘Tu zordar û dîktator heta dawiyê namînin'
    Demirtaş: ‘Kî fermana wêrankirina bajaran daye Xwedê belayê wî bide'
    Demirtaş: Welatê kurdan Kurdistan e
    Demirtaş ji Erdoganî re: Ez ê dilê wî pê şa nekim
    Demirtaş:Em li dijî derbeyê dest bi helmeta “na”yê dikin
    Etîketan:
    Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB), Serokomariya Tirkiyeyê, Hevserokê HDPê û parlamenterê Stenbolê, Recep Tayyip Erdogan, Selahattin Demirtaş, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de