04:32 24 Îlon 2017
Zindî
    Heleb

    Li Helebê 32 sivîl di encama pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Piştî pevçûn û bombebaranên li gelek heremên Helebê 32 kesan jiyana xwe ji dest dan.

    Haleb — Li gelek gund û taxên Helebê di navebera hêzên rejîmê û terorîstan de şerên dijwar diqewimin. Di encama pevçûnan de bi dehan sivîl  jiyana xwe ji dest dan. Pevçûnên ku duh dîsa destpêkirin îro jî berdewam dikin. Balafirên şer yên  rejîma Baasê rêya Kastêlo, xaçerêya Cendûl, taxên Bustan Başa, El Sixûr, Bedîn, Hulik, Şêx Miskîn, Heyderiyê û Şêx Farisê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.

    Ji xeynî vê yekê hêzên rejîmê gundê Xan Toman û bajarokê El Qerasî bombebaran kir. Di encamê de 24 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan sivîl jî birîndar ketin.

    Li herêmên ku pevçûnên rejim û terorîstan berdewam dikin de jî 4 sivîl jiyana xwe ji dest dan.

    Bi heman mijarî:

    Li Helebê 23 welatiyên sivîl hatin kuştin
    El Nusra û Ahrar'uş Şam, li Helebê êrişî Şêx Meqsûdê dikin
    Komên terorîst ku di nav de leşkerên tirk jî hene êrişî Helebê dikin
    El Nûsra êrişî ser Helebê kir: 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
    Etîketan:
    gelê sivîl, tax, rejîma baas, daiş, heleb, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de