04:31 24 Îlon 2017
Zindî
    Balafirên şer

    Hêzên rejîmê û komên terorîstan şer dikin welatiyên sivîl tên kuştin: 32 kuştî

    © Sputnik/ VLADİMİR ASTAPKOVİCH
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Li Helebê şer û bombebarana di navbera Artêşa Sûriyeyê û komên terorîstan de dibe sedama kuştina welatiyên sivîl.

    Navenda Nûçeyan — Li gelek tax û gundên girêdayî navenda Helebê, şerê di navbera Artêşa Sûriyeyê û komên terorîstan de berdewam e. Ev şer dibe sedema kuştina welatiyên sivîl. Duh bi şev dîsa şerekî dijwar derket û heta ber destê sibehê berdewam kir.

    Balafirên hêzên Artêşa Sûriyeyê rêya Katêloyê, xaçerêya Cendîlê, taxên Bustan Başa, El-Sxûr, Bedîn, Hulik, Şêx Miskîn, Heyderiyê û Şêx Farisê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 4 welatiyên sivîl hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

    Dîsa Balafirên hêzên rejîmê gundê Xan Tûmanê û bajarokê El-Qerasiyê dan ber bombeyan. Di encamê de 24 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da.

    Hat ragihandin ku komên terorîstan jî êrişên cihên di bin kontrola Artêşa Sûriyeyê de kir û di encama vê êrişê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da.

     

     

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ: Armanca me ya sereke êrîşên li Dîlok, Kilîs, Nizîp û Karkamişê ne
    DAIŞ dest danî ser herêma Tilsiqofê ya bakurê Mûsilê
    DAIŞ li Albanya xurt dibe û ji ser Stenbolê derbasî Sûriyeyê dibe!
    DAIş êrişî ser febrîkeya LPGê kir: 18 kes mir
    DAIŞ êrişî pêşmergeyên eniya Keskê kir
    DAIŞ ragihang ku 3 tankên dewleta tirk îmxa kirine û dîmenê tankan weşandin
    Etîketan:
    Welatiyen sivîl, kuştin, terorîst, bombebaran, Êrişên komên terorîst, Balafirên hêzên Artêşa Sûriyeyê, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de