08:09 24 Îlon 2017
Zindî
    HSD

    Terorîstên DAIŞê ji Minbicê direvin!

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1020

    Operasyona HSDê ya bo rizgarkirina Minbicê kete roja 6an. Di roja 6an ya operasyonan de hate dîtin ku terorîstên DAIŞê ji bajêr direvin.

    Navenda nûçeyan —  Operasyona rizgarkirina Minbicê di roja 6an de bi navê ‘Fermandar Şehît Feysel Abû Leyla' berdewam dike. Hêj ku operasyon berdewam dike hate gotin ku bi dehan terorîstên DAIŞê li gel malbatên  xwe dest bi revê kirin. Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbic Şerwan Derwêş di daxuyaniya xwe ya Reutersê behsa operasyonê kir û diyar kir ku bi qasî 6 kîlometreyan dûrî Minbicê ne û heta niha 150 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.
    Derwêş bal kişand ser qelsiya DAIŞiyan û daxuyand ku ew li gel tiştên dikarin bi xwe re bibin ji Minbicê derdikevin û direvin.

    Têkiliyên di navbera Reqa û Celabrûsê qût bûn

    Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) girê Til Um Serrac bi dest xist û kontrola rêya di navbera Minbic û Reqayê bi dest xist. Îro jî piştî şerên dijwar rêya di navbera Minbic û Cerablûsê jî kete bin kontrola HSDê. Operasyonên HSDê yên li dij DAIŞê bi awayekî serkeftî berdewam dikin.

    Bi heman mijarî:

    Şervanên kurd 4 gundên din ê Minbicê rizgarkirin
    Fermandarê kurd Ebu Leyla di operasyona Minbicê de jiyana xwe ji dest da
    Minbicî: 8 kîlometir maye ku em bigihêjin Minbicê
    Rêya di navbera Reqa û Minbicê ji terorîstan hate paqijkirin!
    Piştî Em Minbicê rizgar bikin em ê bidin birêveberiya sivîl
    Etîketan:
    rev, şervanên hsd, minbic, daiş, Şerwan Derwêş, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de