16:01 20 Îlon 2017
Zindî
    Welatiyan 35 cenaze ji ber qedexe û êrişên dewletê nikarin defin bikin

    Li Sûrê piştî çend mehan cenazeyên 3 kesan hêj nû hatin teşxîskirin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1301

    Li Sûrê bi dehan cenazeyên ku nasnameyên wan nediyar in hatin derxistin. Ji dehan cenazeyên nasnameyan wan ne diyar piştî bi çend mehan 3 ji wan hatin eşekere kirin.

    Navenda nûçeyan —Li navçeya Sûr ya Amedê ya ku şerên dijwar lê qewimîn û sedan roj qedexeya derketina derve lê hate ragihandin, bi dehan cenazeyên nasnameyên wan nediyar hene. Ji wan cenazeyên ku li hêviya eşkerekirina nasnameyên xwe bûn, 3 ji wan piştî çend mehan hatin eşkere kirin.

    Li Sûr a ku di bin ‘dorpêçê' de bi qasî 80 cenaze hatin dîtin.

    Ji wan cenazeyan nasnameyên Jiyan Yilmaz, Şukran Alpata û Mahsum Polat hatin eşkere kirin. Xwediyên cenazeyan yên ku bi mehan e li hêviya encamê ne, ji bo ku cenazeyên xwe bistînin serî li Dozgeriya Amedê dan. Hate gotin ku cenazeyên her sê ciwanan wê li goristana Yenikoyê bêne definkirin.

    Bi heman mijarî:

    YPGê nasnameyên 4 şervanên xwe eşkere kir
    ‘Li Nisêbînê 20 kes hatin kuştin û cenazeyên wan şewitandin'
    Nasnameyên cenazeyên teqîna Amedê diyar bûn
    Cenazeyên 2 kesan şandin Rihayê
    Walîtiya Şirnexê 3 cenazeyên endamên YPSê bi dizî defin kirin
    Etîketan:
    eşkerekirî, nediyar, amed, nasname, cenaze, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de