14:06 26 Îlon 2017
Zindî
    Teqîna li mîtinga HDP

    Doza teqîna 5ê Hezîranê ya Amedê birin Enqereyê

    © REUTERS/ Sertaç Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Doza derbarê êrîşa li hember xwepêşandana HDPê ya Amedê hatibû vekirin, bi hinceta ‘ewlekariya civakê' ji Amedê birin Enqereyê.

    Amed — Li Amedê beriya hilbijartina 7ê Hezîrana 2015ê, di 5ê Hezîranê de HDPê xwepêşandanek li dar xist. Di xwepêşanê de bombe teqiyan û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû, zêdetirî 400 kesan jî birîndar bibû. Derbarê vê teqînê de doz hatibû vekirin. Lê Serdozgerê Komarî yê dadgeha temyiza Tirkiyê bi hinceta ‘ewlekariya civakê' biryar girt ku doz li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin.

    Li gor nûçeya di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA) de derketiye derbarê vê biryarê de Parêzer Gulşen Ozbek gotiye ku biryar tê wateya astengikirina azadiya lêgerîna mafan. Herweha Ozber diyarkiriye ku lêpirsîn jixwe bi temamî veşartî dihate meşandin û wê niha jî bêyî mexdûran wê doz bê meşandin.

    Bi heman mijarî:

    Li navçeya Yenişehira Amedê teqîn: Zarokekî 10 salî birîndar bû
    Li Amedê teqîneke mezin: 3 kuştî û 45 birîndar!
    Li Amedê pevçûn: 7 birîndar!
    Li Amedê êrişa bombeyî: Gelek birîndar hene
    Walîtiya Amedê klîpa nîjadperest bi rêya medyaya civakî dîtiye
    Etîketan:
    teqîna 5ê Hezîranê, HDP, Gulşen Ozbek, Enqere, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de