04:21 24 Îlon 2017
Zindî
    Rêdûr Xêlîl

    YPGê bersiva Sûriyeyê da: Derdê me yê erd tine

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6630

    Berdevkê YPGê bersiva rayedarên Sûriyeyê yê YPGê destnîşan kiribû û gotibû, “dibe ku em erda ku terorîsan stendiye, vegerînin” da.

    Navenda Nûçeyan —Berdevkê YPGê RÊdûr Xelîlî, bersiva rayedarên Sûriyeyê da û got, "ew tene hewl didin erde bistînin. Ti derde me û stendina erdê tine. Me ev tevger da destpêkirin ji ber ku êdî me nema tehemul dikir ku jin li bazaran bê firotin û bên tecawizkirin".

    Piştî ku HSDê bi pêşengiya YPGê berê xwe da bajarê Reqqayê, Artêşa Sûriyeyê jî bere xwe da Reqqayê û rayedarekî rejîma Sûriyeyê goti,"Ev der erda dewleta Sûriyeyê ye. Liv ê dere, tene encex Artêşa Sûriyeyê bikare wê erda teroîstan daniye ser, bistîne. Ew terorîstên ku dewletên rojavayê piştgiriyê didin wan jî di nav de" û bi wî awayî peyamek ji YPGê re şand.

    Li gorî nûçeya Otekilerin Postasi, Xelilî ragihandiye ku wan li gel hevalbendên xwe li ser daxwaza gele Reqqayê daye destpêkirin.

    Berdevkê YPGê diyar kir ku armanca wan ji Artêşa Sûriyeyê cuda ye û got, "eger em werin ser meseleya erde, divê gava bê şer dest ji erda xwe berdidan û direviyan, di vî tiştî de bifikiriyana. Bi taybetî dixwazim bibêjim ku vê deme dengê wan zêde derdikeve. Baş dizanim ku em aciz bibin, ew ê dengê xwe bibirin ji ber dizanin ku erda di destê wan de jî dê ji destê wan biçe. Bi ya min dikin bila ha ji gavên xwe hebin ji ber dibe ku pê li mayinê bikin."

    Bi heman mijarî:

    Rêdûr Xelîl bersiva Serokomarê Tirkiyeyê da
    TAYBET-Rêdûr Xelîl: 'Leşkerên amerîkî nehatine û pêşmerge jî dê neyên'
    Leşkerên tirk zarokêk li ser sînorê Rojava kuştin
    Rojava - Malzemeyên alîkariyê li penaberan hatin belavkirin
    Tirkiya ji bo nûnertiyên PYDê bertek nîşanê welatên Rojava da
    Serokê PYDê Muslim: Eger Reqqa bi temamî bê stendin Rojava dê rehet bibe
    Etîketan:
    erd, DAIŞ, Artêşa Sûriyeyê, HSD, YPG, Reqqa, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de