04:22 21 Îlon 2017
Zindî
    binçavkirin-girtin

    Li Îzmîr û Semsûrê operasyonên siyasî

    © Foto: © AA/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Polêsan li bajarên Îzmîr û Semsûrê operasyon lidarxistin û di encamê de 5 welatî hatin girtin.

    Navenda nûçeyan —  Operasyonên siyasî yên dewleta tirk yên li ser gelê kurd berdewam dikin. Li bajarên Îzmîr û Semsûrê operasyon hate kirin. Di encama operasynan de li Îzmîrê 1 û li Îzmîrê 4 kes hatin girtin.

    Îzmîr
    Li navçeya Bornova ya Îzmîrê ciwanekî bi navê S.G. ji aliyê polêsan ve hate binçavkirin û wî şandin dadgehê. S.G. Li dadgehê bi sedemên ‘berpirsiyarê YDG-H yê Herêma Egeyê' û ‘li ser navê rêxistinê çalaki kiriye' hate girtin.

    Semsûr
    Li navçe û navenda Semsûrê jî operasyonên siyasî hebûn. Polêsan 8 kesên ku piraniya wan xwendekarên zanîngehê bûn desteserkirin. 8 kesên ku hatin desteserkirin di encama girtina îfadeyên wan, wan şandin dadgehê. Ji wan 8 kesan 4 kesên bi navên Halîme Yilmaz, Semra Kuçukbîltekîn, Abuzer Bîlgîn û Mazlum Dorak bi sedema ‘endamtiya rêxistinê' hatin girtin. Ciwanên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê.

    Bi heman mijarî:

    Îdia - Cebilxaneya ku Tirkiya ji terorîstan re dişand hate girtin
    Malperên operatorên rûsî yên ku turên Tirkiyeyê firotin hatin girtin
    Li çar bajaran operasyonên siyasî hatin kirin: 18 binçavkirin, 2 girtin
    Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê 10 kes hatin girtin
    Li Nisêbînê 42 kes hatin girtin!
    Etîketan:
    endamên rêxistinê, operasyon, siyasî, girtî, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de