15:57 20 Îlon 2017
Zindî
    Gundên derdora Kobanê

    'Tirkiyeyê bi moşekan êrîşî Kobaniyê kir'

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Hat ragihandin ku duh bi şev, 5 moşek ji aliye Tirkiyeyê bi ser Koabniyê de hatine avêtin . Wezîrê Karên Derve yê kantona Kobaniyê Îbrahîm Kurdo bi Sputnîkê re axivî û diyar kir ku ew moşek li eda vala ketin.

    Brett McGurk
    © AFP 2017/ Thaier al Sudani
    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ku ketine deste me, duh bi şeve, moşek ji aliye Tirkiyeyê ve, hatine avêtin bi ser bajarê Kobaniyê. Wezîrê Karên Derve yê Kantona Kobaniyê Îbrahîm Kurdo bi sputnîkê re axivî.

    Kurdo diyar kir ku duh derengî şevê, Tirkiyeyê moşek avêtine Kobaniyê û ew moşek li erda xalî ketine. Kurdoyî ragihand ku moşekek li navenda bajarê Kobaniyê û yên din li gundên Kobaniyê ketin lê ji berk u li erda vala ketine, ti kes nehatiye kuştin an birîndar nebûye.

    Wezîrê Kobaniyê teqez kir ku ew piştrast in ku moşek ji aliye Tirkiyeyê ve hatine avêtin û helwesta Tirkiyeyê li hemberî Rojavayê hewlesteke dijminane ye. Herwiha Kurdo teqez kir ku Tirkiye li her derê li dijî kurdan şer dike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Komeleyekê 750 mih li gundên Kobanî li malbatên hejar belav kirin
    Îran: Em nebûna Kobanî dê biketa
    Terorîstan êrişî Kobanî kir: 2 birîndar
    Amerîka, ji bo avakirina baregehan li Kobanî û Rimêlan erdan dikire
    Oktay Vural:‘Kî Pêşmerge şand Kobanî?'
    Etîketan:
    êrîş, moşek, Îbrahîm Kurde, Tirkiye, Kobanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de