22:18 24 Îlon 2017
Zindî
    Kampa Beka ya li Urdunê

    Li Ûrdûnê ofîsa îstîxbaratê bû hedef: 5 kuştî

    © REUTERS/ Mohamed Azakir
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Li paytextê Ûrdûnê li Amman karmendên dezgehê îstîxbaratê rastî êrişa xwekujî hatin. Li gorî agahiyên pêşî 5 kes di encama teqînê de hatin kuştin.

    Amman — Li gorî nûçeya ajansa Reutersê ku dispêrê berpirsekî hikumetê, di êrişa xwekujî de ofîsa ewlehî ya kampa penaberên filistînî ya li derveyê Ammane hedef hat girtin. Li gorî nûçeyê êrişa xwekujî saet li 07.00an pêk hat û di encama êrişê de 3 karmendên dezgehê îstîxbaratê û 2 xebatkar jiyana xwe ji dest dan.

    Her wiha ajansa AFPê nûçeya xwe sparte berdevkê hikumeta Ûrdûnê Muhammed Mumuni û ragihand ku karmendên dezgehên îstîxbaratê saet li derdora 07.00an rastî êrişeke hovane bûn.

    Ji aliyê din ve ajansa APê ye nûçe wekî li derdora Ammanê li dijî dezgehê îstîxbaratê êrişa xwekujî, berpirsên ûrdûnî bûyer wekî êrişa terorî bi nav kirin û di bûyerê de 5 kes hatin kuştin ragihand.

    Kampa Beka ya derdora Ammanê wekî kampa herî mezin a penaberan li Rojhilata Navîn tê zanîn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Rûsya û Ûrdûn li Sûriyeyê wê bi kordîne bixebitin
    Krîza Sûriyeyê dewam bike dê Urdun û Libnan jî perçe bibin
    Qral Abdulah: DAIŞê şerê 3yemîn yê cihanê da destpêkirin
    Li Gaziosmanpaşayê teqîn: 4 zarok birîndar bûn
    Li Farqînê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn: 8 birîndar!
    Etîketan:
    êrişa dezgehê îstîxbarate, Berdevkê Hikumeta Ûrdûnê, Muhammed Mumuni, Amman, Ûrdûn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de