08:08 24 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyê

    Artêşa Sûriyê nêzîkî Tebqayê bûye

    © Sputnik/ Mihayil Voskresenskiy
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Artêşa Sûriyê ku ber bi bajarê Reqqayê ve pêşdiçe, 18 kîlometir nêzîkî il bajarê Tebqayê kiriye.

    Navenda Nûçeyan — Generalekî ji Sûriyê ji Spûtnîkê re axivî û got ku bahoza qûmê operasyona Reqqayê zehmet dike lê li rêya bingehîn a ku ber bi bajêr ve diçe, gelek ciyên stratejik hatine kontrolkirin.

    General diyar kir ku wan gelek malîtanên DAIŞê kuştiye û wiha axivî, "Komeke milîtanên DAIŞê ji ber bahoza qûmê rêya xwe winda kirin. Artêşê jî şopa wan ajot û ew bêbandor kir. Hêzên me di operasyonê de ti windahî nedan."

    Tebqa 50 kîlometir li rojavayê Reqqayê dikeve. Artêşa Sûriyê ji sala 2014ê û vir ve cara destpêkê roja şemiyê ketibû sînorên bajarê Reqqayê. Rûsya jî bi êrîşên asmanî piştgiriya artêşê dike.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê ket sînorê Reqqayê
    Rûsya:'Li Reqqayê refîneya petrolê ya terorîstan hat îmhakirin'
    Artêşa Sûriyeyê jî amadekariya operasyona Reqqayê dike
    Amerîkiyên xwebexş beşdarî operasyona Reqqayê dibin
    Etîketan:
    DAIŞ, Artêşa Sûriyê, Tebpa, Reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de