22:29 24 Îlon 2017
Zindî
    DAIŞ

    Sivîlên ku dixwazin ji Felluceyê birevin dibin hedefa terorîstên DAIŞê

    © REUTERS/ Stringer/Files
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Bi destpêka operasyona rizgarkirina Felluceyê ya Artêşa Iraqê reva gelên sivîl yên ji bajêr jî dest pê kir. Hate gotin ku terorîstên DAIŞê sivîlên ku dixwazin ji bajêr birevin dikujin.

    Navenda nûçeyan —  Hate ragihandin ku bi hezaran sivîlên fellucî bi destpêka operasyona Artêşa Iraqê xwestin bajêr biterikînin lê DAIŞ destura vê yekê nade. Li ser vê yekê Konseya Penaberan ya Norwecê (NRC) diyar kir ku gelek malbatên ku dixwazin ji Felluceyê derkevin û ji ser çemê Feratê birevin, dibin hedefa terorîstên DAIŞê û têne kuştin.
    NRC daxuyand ku derbarê malbatên sivîl yên fellucî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin de di destên wan de ti agahiyên zelal nîne.

    Korîdor nehate vekirin

    NRC ragihand ku yek rêyek rizgariya sivîlên fellucî heye ew jî vekirina koridora mirovî ya ji ser çemê Feratê ye. NRC diyar kir ku di operasyona ku ji aliyê Artêşa Iraqê hate destpêkirin de heta niha ji bo gelên sivîl ti rêyek revê nehate vekirin.

    Tê têxmînkirin ku li navenda Felluceyê bi qasî 50 hezar sivîl hene û hemû di bin talûkeya êrişên terorîstên DAIŞê de ne.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê navber da operasona Felluceyê
    Îbadî bangî gelê Felluceyê kir: ‘Yan bajêr biterikînin yan jî ji malên xwe dernekevin'
    Amerîka: 4 hezar mîlîtanên sunî jî beşdarî operasyona Felluceyê bûne
    Sputnik li Felluceyê ye: Serkeftina Artêşa Iraqê nêz e
    DAIŞê li bajarê Felluceyê 110 sivîl revandin
    Etîketan:
    çemê feratê, daiş, felluce, sivîl, kuştin, iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de