22:44 26 Îlon 2017
Zindî
    Qezaya trafîkê

    Li Osmaniyê midibus firiya kanala avê: 14 mirî 26 birîndar

    © Foto: AA/ Ahmet Erkan Yiğitsözlü
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Li Osmaniye midibusa ku şagirt, mamosta û xizmên şagirta têde bûn firiya kanala avê, li gorî zanyariyên 14 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn.

    Osmaniye — Li Osmaniye midibusa ku şagirt, mamosta û xizmên şagirta têde bûn firiya kanala avê, li gorî zanyariyên 6 je zarok 14 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn. Midibusa ku şagirt têde bûn û diçûn İskenderûnê li herêma gundê Cevdetiye ya rêya Osmaniye û Kazanê firiya kanala avê ya aîdî DSİyê.

    Walî: ‘Ji 14 kesên mirî 6 jê şagirtin'

    Waliyê Osmaniyê Kerem Al derbarê bûyera qezaya midibusê de ragihand ku di wesayîtê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û 26 kes jî birîndar bûne.

    Waliyê Osmaniyê Kerem Al û Waliyê Hatayê Ercan Topaca birîndarên ku dermankirina wan li nexweşxaneyê didome ziyaret kirin û ji berpirsan agahî wergirtin.Her du waliyan li deve morgê sersaxî da xizmên ku li benda cenazeyên xwe bûn.

    Waliyê Osmaniyê Al di axaftina xwe de got:'Di qezayê de 14 kesî jiyana xwe ji dest da û 26 kes jî birîndar bû. Bi tevahî ji bo 40 kesî xebat didomin. Ji miriyan 8 je mezin in û 6ê mayîn jî şagirtbûn. Hê bi tevahî tespîta nasnameyan neqediyaye. Ji birîndaran rewşa yekî girane û me birîndarek jî şande İskenderunê.

    Bi heman mijarî:

    Li Manîsayê wesayita karkeran qeza kir
    Servîsa xwendekaran qeza kir: 30 bîrindar
    Tankê qeza kir: Mirî û birîndar
    Li Mêrdînê qeza : 20 Birîndar!
    Parlamentera HDPê qeza kir!
    Etîketan:
    Wesayît firiya kanala avê, Waliyên Osmaniye û Hatayê, Ercan Topaca, Kerem Al, Osmaniye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de