01:21 26 Îlon 2017
Zindî
    YPG û HSD

    Şervanên YPGê û HSDê rêya Minbic û Cerablusê rizgarkirin

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di saetên berê sibehê de rêya Minbic û Cerablusê ji destê terorîstan rizgar kir û xist bin kontrola xwe.

    Minbic — Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di saetên berê sibehê de rêya Minbic û Cerablusê ji destê terorîstan rizgar kir û xist bin kontrola xwe. Operasyona ku Meclîs Leşkerî ya Minbicê ji bo rizgarkirina herêmê daye destpêkirin, di roja 6an de didome.

    Hêzên ku operasyona xwe bi navê ‘Operasyona Şehîd Fermandar Ebu Leyla' didomînin îro saet derdora 04.00an de, li eniya Qereqozaxê derbeyek mezin li terorîstên DAIŞê xistin.

    Di pevçûnên li ser rêya Minbic û Cerablusê ku 23 km dikeve rojavayê Qereqozaxê, rê bi temamî ket bin kontrola şervanan. Di pevçûnan de derbeyên giran li terorîstan hatin xistin, lê derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

    Li aliyê din di saetên berê sibehê de hate dîtin ku terorîstên DAIŞê li nêzî rêya Minbic û Cerablusê cilên jinan li xwe kirine û şerê şervanan dikirin.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Minbic ne ya kurdan e
    Amerîka: Minbic navenda xwekujên DAIŞê ye
    Minbic - Fermandarekî DAIŞê hat kuştin 32 jî birîndar bûn
    Şervanên kurd 4 gundên din ê Minbicê rizgarkirin
    Fermandarê kurd Ebu Leyla di operasyona Minbicê de jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona rizgarkirina Minbicê, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Minbic, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de