20:07 22 Îlon 2017
Zindî
    Gora komî

    Li Fellûceyê goreke komî ya ku 400 leşker têde bûn hate dîtin

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Goreke komî li navçeya Seqlawiya Fellûceyê hat dîtin ku li gorî zanyariyan pêşî tê de nêzî termên 400 leşkerên Iraqî heye.

    Fellûce — Medyayên Iraqê belav kirin ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê goreke bi komî li Taxa Şuheda ya bajarokê Seqlawiye li bakurê Fellûceyê dîtin. Li gorî zanyariyên ji medyayan ve, di vê gora bi komî de termên 400 leşkerên Iraqê hene.

    Hat ragihandin ku hemû termên di vê gora bi komî de yên leşkerên Fewca 1 a Lîwaya 53 a Firqeya 10 a Artêşa Iraqê ne. Medyayan her wiha belav kirin ku çend gorên din ên bi komî li deverên hene. Dîtina wê gora komî di demekê de ye ku operasyona rizgarkirina Fellûceyê ji aliyê hêzên Iraqê û milîsên Heşdî Şebî ve berdewam e.

    Duhî 5ê Hezîranê Fermandeyiya Operasyonên Bexdayê kontrolkirina bajarokê Seqlawiye ya girêdayî navçeya Felûceyê ragihand û tekez kir ku Ala Iraqê li ser avahiyên Seqlawiye hat bilindkirin. Ji 22ê Gulanê ve operasyona kontrolkirina Fellûceyê dest pê bûye û heta niha jî berdewam e.

    Bi heman mijarî:

    Xelkê Fellûceyê bi xwekuştinê xwe ji DAIŞê xelas dike
    Di operasyona Fellûceyê de 250 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    Amerîka:'Em piştgiriya Heşdî Şebî nakîn û nabe ew biçin nava bajarê Fellûceyê'
    Heta niha 500 xelkê sivîl ji Fellûceyê hatin rizgarkirin
    Li Fellûceyê 19 herêm ji DAIŞê hatin paqijkirin
    Etîketan:
    Li Fellûceyê gora komî, Operasyona bajarê Fellûceyê, Fellûcê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de