01:28 24 Mijdar 2017
Zindî
    Tugrul Turkeş

    Hikumeta Tirkiyeyê rehabîlîteya bajarê kurdan sparte Tugrul Turkeş

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1811

    Hat ragihandin ku hikumeta Tirkiyeyê piştî bi dawî anîna operasyonên bajarê kurdan ji bo sepandina rehebîlîteya sosyal û civakî wê berpirsyariyê bidin Cîgirê Serokwezîr Tugrul Turkeş.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya rojnameya Milliyetê hikumeta Tirkiyeyê piştî bi dawî anîna operasyonên bajarê kurdan ji bo sepandina rehebîlîteya sosyal û civakî wê berpirsyariyê bidin Cîgirê Serokwezîr Tugrul Turkeş.

    Ew çikasî kurd bin, ez jî hewçend kurd im

    Tugrul Turkeş di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Milliyetê de li hemberî pirsa ‘gelo hûn fikaran dikin ku saziyên sivîl ên herêma kurdan bertekê nîşanî we bidin' bersivand û got:'Na, ma ez ê çim abi fikar bim. Navê Turkeş li herêmê encex bibe gerentiya aştiyê. Yanî dema destê min girtin jixwe wê demê aştî tê holê. Ma ez ne dijminê van im. Li herêmê ji Çewlikê hetanî Riha û Amedê gelek naskiriyên min hene. Siyaseta bavê min diyar bû, ew çikasî kurd bin ez jî hewçend kurd im û ez çikasî jî tirk bim ew jî hewçend tirk in.'

    Turkeş di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got:'Li herêmê bi milyonan hemwelatiyên me yên bêguneh hene. Bi dana firinekê û xaniyêkî TOKÎ mijar çareser nabe, divê em herî zêde li ser rakirina travmaya civakî rawestin. Li cem min tu ferqa Amedê ji ya Tekirdagê tuneye.'

    Bi heman mijarî:

    Tugrul Turkeş ji MHPê hat îxrackirin
    Hikumeta Tirkiyeyê li sînorê Tirbespiyê dîwar ava kir
    Hikumeta Tirkiyeyê 500 terorîstên din jî derbasî bajarokê Ezazê kirin
    Hikumeta Iraqê, Tirkiyeyê şikayetî Netewên Yekbûyî dike
    Çandar:'Erdogan rûmeta meqamê serokomariyê naparêze'
    Etîketan:
    Rehabîlîtekirina bajarê kurdan, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê, Tugrul Turkeş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de