09:46 18 Tebax 2017
Zindî
    AKP - AKPê

    Parlementerên AKPê li ser pêşnûmayê şirove kirin: Almanên Gawir, nêviyên Hîtler

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Parlmentoya Almanyayê pêşnûmeya ‘qirkirina ermeniyan' erê kir. Piştî vê yekê parlementerên AKPyî bênavber bertek dan.

    Naveda nûçeyan — Parlementerê AKPê yê Dîlokê Şamîl Tayyar berteka xwe ya li hember pêşnûmayê li ser malpera xwe ya Tiwetterê parvekir û got: ‘Nêviyên Hîtlerê ku wekî rûreşiya dîrokê ye îro Tirkiyeyê bi komkujiyê tawan dikin. Ji bo me ev biryar ‘tune' ye. Em vê helwesta Almanyayê şermezar dikin.'

    ​Parlmenterê AKPê yê Stenbolê Burhan Kuzu jî derheqê pêşnûmayê de çendek tweetên cudaxwaz û nijadperest avêt û got: ‘Almanên gawir, dîsa nesekinîn. Min her dem digot: Alman ti caran nebûn dostên me yên rastîn. Dewleta Osmaniyan ji ber wan belav bû.'

    Tweetên din yên Kuzu wiha ne:

    ​‘Bila lingên parlementerên tirk yên ku beşdarî dengdana qirkirinê bûn bi Tirkiyeyê nebin.'

    ​‘Almanya bi vê biryarê kevir li coga xwe xist. Şerm bike Almanya. Pêşî li dîroka xwe binêr. Ma Hîtler tirk bû? Rawestîn nîne, emê meşa xwe dewam bikin.'

    ​'Parlmenterê tirk Cem Ozdemîr li parlementoyê bi rozeta ermeniyan derkete ser kusiyê û axaftin kir. Ozdemîr parastina pêşnûmaya qirkirina ermeniyan kir. Xayinê mezin ji nav me ye.'

    Bi heman mijarî:

    AKP, MHP û CHPê belavokeke hevpar weşand
    Yuksekdag: Berpirsê kuştina sivîlan AKP ye
    Rêvebiriya Kantona Kobanê AKP şermezar kir
    PYD: AKP dijminê demokrasiye ye
    Etîketan:
    ermenî, hovîtî, pêşnûma, qirkirin, siyaset, şamîl tayyar, burhan kuzu, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de