22:30 23 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Kêlîka Erdogan ji desthilatê bikeve dê bê darizandin

    © REUTERS/ Christian Hartmann
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Serfermandarê Dibistana Cenga Deryayî Turker Erturk ê ku ji ber “heqaretkirina li serokkomarî” hatibû sizakirin, got “ji bo Erdogan neyê dairzandin, divê Erdogan heta mirinê desthilatdar bimîne, ev tişt jî tenê bi fişarê pêkan e.”

    Navenda Nûçeyan - Turker Erturkî ku 11 meh û 20 roj lê hatibûn birîn lê ev siza ji bo 10500 lîreyên tirkî hat veguhestin bi Sputnîkê re axivî got, "li vî welatî hiqûq, dadwerî û dadgehên serbixwe tine ne".

    Serfermandarê berê yê tirk teqez kir ku wî mafê xwe yê azadiya derbirînê bi kar aniye lê rexneyên wî şênber û bi delîl in lê ji ber ku fişar li dadgehê hat kirin, wê ev biryar da û wiha dewam kir: "Ji bo çi vê dikin? Çima? Ji bo dengê me bibirin. Ya rast ta ku bikarin di rêya mirovên wek min re, çavê xelkê bitirsînin û bikarin dîktatoriyê bînin Tirkiyeyê."

    Turker Erturkî di berdewama axiftina xwe de wiha dibêje: "Divê Erdogan ji destihatê nekeve, divê heta sax be, li desthilatê bimîne, ji ber kêlîka ji destihatê bikeve dê bibe serdema borî û dê bê darizandin. Divê bi awayekî desthilatdar bimîne û ev jî di pergalên demokratîk de ne pêkan e lê bi fişarê pêkan e."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Têkiliyên Almanya û Tirkiyeyê dê gelekî xera bibin
    Daxuyaniya Erdogan a balafira rûsî bû sedema nîqaşê:'Gelo kê qest kir'
    Die Welt:'Erdogan ne tenê Rûsya Ewropa jî tirsand'
    Çandar:'Erdogan rûmeta meqamê serokomariyê naparêze'
    Kremlînê, ji Erdogan re gavên ku Enqere bavîne vegotin
    Zerdeştiyan li hemberî Erdogan dest bi kampanye kirin
    Etîketan:
    siza, rexne, dîktatorî, Turker Erturk, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de