20:21 17 Tebax 2017
Zindî
    Hêzên Sûriyeya Demokratîk

    Di şerê Minbicê de leşkerekî amerîkî birîndar bû

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Lêkolînerê Kobaniyî Idrîs Nassan derbarê operasyona Minbicê ya ku YPGê pêşengiya wê dike de, axivî û diyar kir ku 20 gund ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û leşkerekî amerîkî jî birîndar bûye.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ku ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatine bidestxistin, operasyona Minbicê bi pêşengiya Meclisa Minbicê ya Leşkerî û beşdarbûna şervanên kurd, ereb û tirkmen û bi bombebarana dijwar ya Hêzên hevpeymanê berdewam dike. Herwiha leşkerên hêzên taybet ên Amerîkayê jî tev li operasyonê bûne û helîkopterên Apcci jî ji jorê de li DAIŞê dixin.

    Wezîrê Karên Derve yê berê yê Kantona Kobaniyê lêkolîner û nivîskar Idrîs Nasan, bi Spûtnîkê re axivî û diyar kir ku operasyona Minbicê bi pêş de diçe û wiha dewam kir:

    "Meclisa Leşkerî ya Minbicê pêşengiya operasyonê dike. Di nava vê meclisê de ereb pir in. Tirkmen, çerkez û kurd jî hene. Kurd hindik in. Meclisa leşkerî ya Minbicê 20 gund ji destên DAIŞê rizgar kirin. Pêşkevtineke mezin li ber DAIŞê heye. 12 kîlometre maye heta ku bigihêjin navenda bajarî. Eger wiha berdewam bike, di çend rojan de, ew ê têkevin nava Minbicê."

    Nasanî diyar kir, ku şer bi awayekî dijwar berdewam dike û wiha dewam kir: "Leşkerekî Hêzên Taybet ên Amerîkayê di şerî de birîndar bûye.Birînên wî ne giran in. Niha tê dermankirin lê ti xeter li ser jiyana wî tine. Balafiran duh 18 caran DAIŞ bombebaran kir, çi dema pêdivî bi balafiran hebe, balafir radibin."

    "Stendina Minbicê Efrîn û Kobaniyê nagihîne hev"

    Lêkolînerê kurd teqez dike ku stendina Minbicê dê kantonên Efrîn û Kobaniyê negihîne hev lê ji bo pêkanîna vî titşî pêdivî bi stendina çend navçeyên din wek Mera',û El-Bab heye. Nasan diyar dike ku stendina Minbicê dê stendina van deveran hêsantir bike.

    Nifûsa Bajarê Minbicê yê ku di sala 2012an de ketibû ASA û di 2014an de ketibû destê DAIŞê, 80 hezar e. Minbic 80 kîlometreyî li rojhilatê Helebê, 40 kîlometreyî li başûrê Cerablusê, 65 kîlometreyan li rojavayê Kobaniyê û 45 kîlometreyan ji Babê dûr e.

    Bi heman mijarî:

    HSD:'Me operasyona Minbicê dest pê kir û niha em nêzî navêndê ne'
    Reuters:'Operasyona bajarê Minbicê bi pêşengiya YPGê dest pê kir'
    Salih Muslim li gel endamên meclisa Minbicê civiya
    DYA: Me û Tirkiyê ji bo Minbicê li hev kir
    Li Minbicê teqîn: 23 terorîst hatin kuştin
    Balafirên şer herêma Minbicê bombebaran dikin
    Ji bo Minbicê 12 komîte hatin avakirin
    Etîketan:
    kanton, DAIŞ, HSD, Efrîn, Heleb, Amerîka, Kobanî, Bab, sûriye, cerablus, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de