02:12 21 Tebax 2017
Zindî
    Sînorên Tirkiye û Sûriyeyê

    Tirkiye neçarî operasyona Minbicê ma

    © REUTERS/ Amir Cohen
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1610

    Pisporê polîtîkayên derve Ahmet kasım Han, di bernameya radyoya RS FMê de diyar kir ku Tirkiye ji bo bikare bi dewletên rojavayî re bingehekî hevbeş bi dest bixe, neçarî operasyona Minbicê ma.

    Navenda Nûçeyan — Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi pêşengiya YPGê, bi piştgiriya Amerîkayê, operasyon li ser bajarê Minbicê da destpêkirin û bi vî awayî "xeta sor" a rojavayê Firatê ya ku Tirkiyeyê ragihandibû, derbas kir.
    Pisporê têkiliyên navdewletî yê zanîngeha Kadir Hasê Dr. Ahmet Kasim Hanî, guhertina helwesta Tirkiyeyê û piştgiriya wê bi topbaranê ji operasyonê re nirxand û diyar kir ku Tirkiye neçar maye û got: "Piştî ku DAIŞ ji ewlehiya Tirkiyeyê ya neteweyî re jî bû tehdîd, Tirkiye neçar ma ku bingehekî hevbeş bi dewletên rojavayî re ava bike."

    Hanî derbarê têkiliyên tevlihev ên PYD û Tirkiyeyê de wiha axivî: "Dawiyê ji xwe kêşeya terorê li nava Tirkiyeyê dê li ser maseyeke nû bi dawî bibe. Bawer nakim ku PKK an dewlet jî difikire heta heta şer bikin. Lê tiştê giring li Vê derê ew e,

    gelo berî li ser maseyê rûnên, ew ê destê kê ji wan dirêjtir be. Sûriye kûrahiyekê dide PKKê. Teqez e ku di navbera PKK û PYDê de têkiliyên organîk hene. Lê îro em gihiştîne qonaxekê wiha, ku Tirkiye neçar e ku têkiliyên xwe bi Rûsyayê re ji yên bi dewletê rojavayî re germtir bigire. Ji xwe Tirkiye tenê dikare vî tiştî bike. Heta ku Tirkiye têkiliyên xwe bi Rûsyayê re baş neke, ew ê neçarî wê be ku hevkariyê bi dewletên rojavayî re bike."

    "Êdî dûrî polîtîkayên Davutogluyî diçin"

    Alîkarê Serokwezîrê Numan Kurtulmuş yên duh wiha gotibû, "atmosferê polîtîkayê bi awayekî lezgîn diguhere. Teqez divê em hinek tiştên ku berê me dikirin, biguherînin. Cîhan ketiye serdema şerekî giran. Tiştê divê em bikin ew e ku em şerî li vê derdorê kêm bikin. " Pispor Dr. Ahmet Kasim Hanî ev gotinên Kurtulmuşî, wek dûrketina ji polîtîkayên Davutogluyî nirxandin û wiha dewam kir: "Kurtulmuş berê jî wiha difikirî lê wê demê, fikirên Ahmet Davutogluyî yên polîtikaya derve bihêztir bûn. Eger em di van gotinên Kurtulmuşî de bifikirin, ev tên wê wateyê ku hinekî xweji polîtîkayên Davutogluyî dûr bixin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: ‘Ev kare PKK û PYDê ye'
    Erdogan komkujiya Enqereyê xiste stûyê PKK û PYDê
    Gelo PKK dê mîlîtanên PYDê derbasî Tirkiyayê bike?
    Amerîka: PYD û PKKê qethiyen ji hev cuda ne
    Erdogan: ‘PYD jî wekî PKKê rêxistineke teror e'
    Etîketan:
    xeta sor, akp, AKP, PYD, PKK, YPG, Numan Kurtulmuş, ahmet davutoglu, Ahmet Kasim Han, Minbic, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de