02:19 18 Tebax 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Parlamenterê HDPê ji Efkan Alayî pirsî: Gelo plana Islahata Şerqê ji nû ve tê sepandin?

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Parlamenterê HDPê yê Wanê Nadir Yildirim, bi pêşniyarnameyekê, bicihkirina tirkên Ahiskayê li Bedlîsê ji Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyeyê Efkan Alayî pirsî.

     Bedlîs — Dewleta Tirkiyeyê berî niha 1206 tirkên Ahiskayê yên ji Ukraynayê anîbûn, li Erzniganê bi cih kiribûn. Niha jî biryareke din hatiye dayîn ku 30 malbatên din li navçeya Xelata ya bajarê Bedlîsê bên bicihkirin.

    Parlamenterê HDPê yê Wanê Nadir Yildirim diyar kir, ku li navçeya Xelata Bedlîsê bi darê zorê gund hatine valakirin û tirkên Ahiskayê hatine bicihkirin. Yildirimî wiha dewam kir, 30 malbatên tirkên Ahiskaliya li malên ku TOKIyê çekirine tên bicihkirin û kar jî ji bo wan hatiye amadekirin

    Ji bo vê sedemê Nadir Yildirimî jî bi pêşniyarnameyekî, bicihkirina tirkên Ahiskayê li Bedlîsê ji Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyeyê Efkan Alayî pirsî.

    Parlamenterê HDPê yê Wanê Nadir Yildirim ragihand, ku bicihkirina 30 malbatên tirkên Ahiskayê, salên damezirandina Komara Tirkiyeyê tîne bîra mirovî ku wê demê gelek koçber ji gelek deveran anîn û ew li herêmê bi cih kirin û bi vî awayî demografî, sosyolojî, çand û pêkhateyê herêmê guherandin. Plana wê çaxê kî "Islahata Şerqê" (Şark Islahat) bû, gelo ew plan ji nû ve tê sepandin.

     

    Bi heman mijarî:

    HDP bi 92 fotografan, wêraniya Cizîrê nişan dide
    HDP: Gelo raste ku şîrketên tirk ji DAIŞê re madeyên kîmyewî dişinin?
    HDP û DBP ji bo çalakiyan bi çapemeniyê re civiyan û bangî gelî kir
    HDP: Emê serî netewînin!
    Parlementerên danîmarkî: HDP ne bi tene ye
    HDP derbarê rakirina parêzbendiyan de kom dibe
    Etîketan:
    Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyeyê, TOKI, tirkên ahiskayê, HDP, Nadir Yıldırım, Efkan Ala, Bedlîs, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de