11:07 17 Tebax 2017
Zindî
    erdogan

    Daxuyaniya Erdogan a balafira rûsî bû sedema nîqaşê:'Gelo kê qest kir'

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Parlamenterê CHPê yê Îzmîrê Dr. Aytun Çiray, daxuyaniya Erdogan a xistina balafira Rûsyayê ku gotibû ‘xeletiya pîlote' bire rojeva parlamentoya Tirkiyeyê.

    Enqere - Parlamenterê CHPê yê Îzmîrê Dr. Aytun Çiray, daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a xistina balafira Rûsyayê ku gotibû ‘xeletiya pîlote' bire rojeva parlamentoya Tirkiyeyê. Çiray, bi daxwaza bersivdayînê ji Serokwezîr Binali Yildirim pirsî ‘pîlotê ku xeletî kiriye kî ye? Heke bûyera xistina balafirê bi xeletiya pîlotî hatibe binavkirin, di vir de ev derdikeve holê ku balafira Rûsyayê qada Tirkiyeyê îxlal nekiriye û tu berpirsyariya wê tuneye. Di vê rewşê de berpirsê zirara ekonomîk û gengeşiya polîtîkaya derve kî ye?

    Qesta wî ji pîlotekî kî ye?

    Aytun Çiray di pêşnûmaya bi daxwaza bersivdayîna Serokwezîr Binali Yildirim de got:'Balafirên şer ên Hêzên Hewayî yê Tirkiyeyê di 24ê Mijdara 2015an de di êrişekê de balaifra Su-24a ku girêdayî Hêza Hewayî ya Rûsyayê xistibûn û ji bo vê têkiliyên navbera her du welatan bi awayekî girîng xera bûn.

    Çiray di berdewamiya pirsa xwe de got:'Erdogan berî serdana Ugandayê li balafirganê di daxuyaniya xwe de ‘bi sedema xeletiya pîlotekî Rûsya, dewlete mezin wekî Tirkiyeyê dike feda û bi rastî ev gelekî balkêş e'.Erdogan xistina balafira rûsî bi xeletiya pîlot ve girêdide, lê di daxuyaniya Erdogan de tenê dibêje ‘pîlotek' qesta wî ji vî pîlotî kî ye. Berfirahiya vê daxuyaniyê ne di çapemeniya fermî ya serokomariyê de û ne jî di Ajansa Anadoluyê de cih nagire.'

    Bi heman mijarî:

    CHP:'Şerê nava AKPê wê hê jî mezin bibe'
    CHP: Rewşa Sûrê ne diyar e û xelk bitirs e
    CHP ji bo doza Saraf diçe Amerîkayê
    CHP: ‘Tirkiye, piştgiriya çekan dide grûbên radîkal yên Sûriyeyê'
    CHP: 'Dibe ku 60 kes hatibin înfazkirin'
    Etîketan:
    Xistina balafira rûsî, Parlamenterê CHPê yê Îzmîrê, Serokomarê Tirkiyeyê, Aytun Çiray, Binali Yildirim, Recep Tayyip Erdogan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de