19:10 21 Hezîran 2018
Bînalî Yildirim

Serokwezîr Yildirim: Me gazî balyozê xwe kir ku vegere Tirkiyeyê

© AP Photo / Eckehard Schulz
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Parelemntoya Tirkiyeyê, dê di daxuyaniyeke hevpar bertekê bide nasîna qirkirina ermeniyan. AKP, CHP û MHP dê vê daxuyaniyê îmze bikin lê HDPê beşdar nabe. Serokwezîrê Tirkiyeyê jî got, me gazî balyozê xwe yê li Almanyayê kir ta ku vegere Tirkiyeyê.

Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku parlementoya Tirkiyeyê, dê daxuyaniyeke hevpar bide û tê de bertek bide biryara parlementoya Almanyayê ya qirkirina ermeniyan. AKP, CHP û MHP dê vê daxuyaniyê îmze bikin lê HDPê beşdar nabe.

Ji aliyekî din ve, Reuterê ragihand, ku berdevkê AKPê Yasin Aktayî gotiye, piştî dengdanê tehdeyeke mezin li têkiliyên Almanya û Tirkiyeyê hat.

Alîkarê Serokwezîrî Numan kurtulmuşî got, "em ê di her platformê de, bersiva pêwîst bidin. Ev biryara parlementoya Almanyayê ya bêesil û bê delîl, şaşiyeke dîrokî ye."

​Herwiha Tirkiyeyê, bangî balyozê xwe yê li Almanyayê Huseyin Avni Karslioglu jî kir ta ku vegere Tirkiyeyê.
Wezîrê Karên Derve yên Tirkiyeyê Mevlut Çavuşogluyî, piştî dengdana parlementoya Almanyayê tweetek nivîsî û got, "Rêya girtina rûpelên dîroka reş a welatê xwe ne ew e ku hûn bi biryarên bê delîl ên parlementoyan dîroka welatên din reş bikin".

​"Em saniyeyekê jî dudil nabin"
Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim jî wiha got, "Ji bo şêwirê, me balyozê xwe li Almanyayê vegerand. Helbet piştî ku em pêşnûmaya biryarê bi berfirehî bibînin, em ê saniyekê jî dudil nemînin û çi pêwîst be em ê bikin. Vî miletî xwe li ber ti kesî netewand û ferman ji ti kesî negirt. Em tenê fermana xwe ji Xwedê digirin".

 

Bi heman mijarî:

Parlementoya Almanyayê pêşnûmaya qirkirina ermeniyan pejirand
Merkel piştgiriya biryara pejirandina qirkirina ermeniyan dike
Li Mûşê operasyona qirkirina siyasî: 35 kes hatin binçavkirin
KCD: Qirkirina li hemberî Ermeniyan îro li dijî Kurdan tê kirin
FLAŞ ÎDIA - Bi hezaran tîmên taybet li dijî qirkirina kurdan îsîtfa kir
BANGA LEZGIN - KCKê li dijî qirkirina kurdan banga têkoşînê li gel kir!
Etîketan:
qirkirina ermeniyan, Mevlut Çavuşoglu, Binali Yildirim, Numan Kurtulmuş, Almanya, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de