16:35 23 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê

    Artêşa Sûriyeyê ji bo ‘Palmîraya duyemîn amadehiyan dike

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Hat ragihandin ku Artêşa Sûriyeyê ji bo bajarê herî mezin Dêra Zorê ku di destê rêxistina terorîst a DAIŞê de maye rizgar bike amadehiya operasyonê dike.

    Navenda Nûçeyan - Çavkaniyekî sûriyeyî di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku Artêşa Sûriyeyê bi hevalbendên re ji bo rizgarkirina bajarê Dêra Zorê amadehiya operasyonê dike. Piştî çend rojan ku amadehî qediyan dê operasyon dest pê bike.

    Dibe wekî Palmîrayê bandorê bike

    Li gorî nirxandina rojnameya Vzglyadê, bajarê Helebê qedera şerê Sûriyeyê diyar dike û Artêşa Sûriyeyê ji ber guvaşên dewletên rojava planên xwe guhertin. Heke operasyona bajarê Dêra Zorê bi serkeftî encam bide, dibe wekî Palmîrayê bandorekê çêbike.

    Piştgiriya Rûsyayê ya hewayî bes e

    Rojnameya Vzglyadê di berdewamiya gotara xwe de operasyona bajarê Dêra Zorê şibande rizgarkirina Palmîrayê û ragihand ku di navbera Dêra Zorê û Palmîrayê de mesafeyeke zêde tuneye. Wekî din tîmên terorîst ku li qadê fealiyetê dikin ji grûbên qels pêk tên. Piştgiriya hêza hewayî ya Rûsyayê ji bo tunekirina terorîstan dê bes be.'

    Rizgarkirina wir dê prestîja Artêşa Sûriyeyê zêde bike

    Her wiha rojnameyê di dirêjiya nirxandina xwe de ragihand ku heke operasyoneke wekî ya Palmîrayê were pêk anîn û bajêr rizgar bibe ev dê prestîja Artêşa Sûriyeyê zêde bike.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê Celadê qelew ê DAIŞê girt
    Artêşa Sûriyeyê jî amadekariya operasyona Reqqayê dike
    Artêşa Tirkiye sewkiyata obusan ji bo sînorê Sûriyeyê dike
    Balafirên Artêşa Sûriyeyê Şêxmeqsûdê bombebaran dikin
    HELEB - Artêşa Sûriyeyê û Terorîstan şer kir: 5 welatî hatin kuştin!
    Etîketan:
    operasyona rizgarkirina Dêra Zorê, Rojnameya Vzglyad, Artêşa Sûriyeyê, DAIŞ, Dêra Zorê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de