22:27 23 Tebax 2017
Zindî
    Heleb

    Li Helebê şer: 3 kuştî 3 birîndar!

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Şerê di navbera komên girêdayî Konseya Sûriyeyê (SUK) û Artêşa Sûriyeyê de li gûndên Helebê berdewam e.

    Navenda Nûçeyan — Duh bi şev komên girêdayî Konseya Sûriyeyê (SUK) li gundên Helebê bi topên cehenemê êrişî hêzên Artêşa Sûriyeyê kir. di encama êrişê de 3 welatiyên sivîl hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

    Ji aliyê din ve, balafirên Artêşa Sûriyeyê li taxên bakurê Helebê yên bi navê Kelasê, Benî Zêd, Kastîlo, Bustan Başa, Hulik, Çerxeriya El-Saxûr, Çerxeriya El-Qemer, Bustan El-Qeser, Şêx Faris û Heyderiyê operasyon pêk anî.

    Li gorî agahiyên harêmî, di encama vê operasyonê de gelek welatiyên sivîl birîndar bûne.

    Hat ragihandin ku rejîma Sûriyeyê bi balafirên şerî, êrişî herêmên Xan Tûman, El-Zerbe, El-Reytan û El-Îsê kir û di encamê de gelek terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Helebê şerekî dijwar: 12 welatiyên sivîl hatin kuştin
    Li Helebê şerekî dijwar: 13 welatiyên sivîl hatin kuştin
    TSK li bakurê Helebê operasyon lidarxist!
    El Nûsra li Helebê êrişî sivîlan kir: 7 kuştî û 12 birîndar
    Piştî agirbestê aramiya li rojavayê Helebê dewam dike
    YPG: Li Helebê 4 terorîst hatin kuştin
    Etîketan:
    Şer, Hêzên artêşa Sûriyeyê, kuştin, birîndar, DAIŞ, Konseya Sûriyeyê (SUK), Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de