21:38 19 Tebax 2017
Zindî
    Teqîn

    Li Iraqê bilançoya xwînrêjiyê:867 kuştî, hezar û 456 birîndar

    © Foto: Pukmedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Misyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) di daxuyaniya xwe de ragihand ku di meha gulanê de di bûyerên seranserê welat de 867 kes hatin kuştin, hezar û 456 kes jî birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan — Misyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) di daxuyaniya xwe de ragihand ku di meha gulanê de di bûyerên seranserê welat de 867 kes hatin kuştin, hezar û 456 kes jî birîndar bûn.

    UNAMIyê di raporta xwe ya meha gulanê de ragihand ku di bûyerên tund û terorîstî yên seranserê welat de bajarê herî zêde bûyer lê qewimîn ku 267 kes hatin kuştin û 740 kes jî birîndar bûn Bexda bû û li pey wê jî bi kuştina 56 kesan bajarê Mûsilê tê.

    Di raportê de hat ragihandin ku bîlançoya meha gulanê li gorî mehên derbasbûyî zêde bû û li gorî doneyên tomerkirî di meha gulanê de 867 kes hatin kuştin, hezar û 456 kes jî birîndar bûn.

    Her wiha raport metirsiya xwe jî tîne ziman ku di şer û pevçûnên dawî yên di navbera artêşa Iraqê û rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Enbarê ku dibe kuştî û birîndarên sivîl zêde bibin.

    Her wiha li gorî raporta UNAMIyê ya meha nîsanê di bûyerên tund û terorîstî yên seranserê Iraqê de 741 kes hatibûn kuştin, hezar û 374 kes jî birîndar bibûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    BEXDA - 15 DAIŞî hat kuştin!
    BEXDA - Li paytextê 2 teqîn: 13 kuştî û birîndar!
    Erdogan: Gerek Bexda mafê Kurdistanê bidê
    Bexda televizyoneke kurdî vedike
    DAIŞ ber bi Bexda û Felûcê ve diçe
    Etîketan:
    Bîlançoya mehane ya bûyerên terorîstî li Iraqê, Misyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI), Artêşa Iraqê, DAIŞ, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de