02:11 18 Tebax 2017
Zindî
    HSD

    Ji du aliyan ve dîsa operasyona Minbicê dest pê kir:Gundek hat rizgarkirin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2510

    Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi armanca rizgarkirina herêmê ji rêxistina terorîst a DAIŞê operasyoneke berfireh ku ji dua liyan pêk tê da destpêkirin.

    Minbic — Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê mijarê li herêma bendava Tişrînê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê berpirsyarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced ve hat xwendin.

    Ednan Ebû Emced ragihand ku ji dema dagirkirina bajarê Minbicê û gundewarên wê ya di 22yê Çileya 2014an de û piştî vekişîna hin komên ku navê ‘Şoreşgertiyê' li xwe dikirin, gelê me di bin lepên terorîstên DAIŞê de rastî her şêweyek tundî, zilm û zordariyê hatin.

    Ebû Emced got:'Ev bajarê berxwedêr nêzî 2 hezar keç û xortên xwe yên herî jîr, bê teredûd dan. Bajarê Minbicê jî xwedî wê şan û rûmetê ye ku tekana bajarê Sûriyeyê yê li hemberî terorîstên DAIŞê xwepêşandan çêkir.'
    Emced di dirêjiya daxuyaniya xwe de got:'Li ser vê yekê em bang li gelê me yê li bajar dikin ku tedbîrên misogerkirina ewlekariyê bigirin û dûrî navend û cihên terorîstan bisekinin.'

    Her wiha hat ragihandin ku di encama rizgarkirina gundê Mustefa Hemadê ku bi navê Mehşiyêt Şêx Ubêd tê naskirin de gelek terorîstên rêxistina DAIŞê hatine kuştin û gelek cebilxane jî ji aliyê şervanên Meclîsa Minbicê ya Leşkerî ve hatine bidestxistin.

    Bi heman mijarî:

    Reuters:'Tirkiye piştgiriyê nade operasyona Minbicê'
    HSD:'Me operasyona Minbicê dest pê kir û niha em nêzî navêndê ne'
    Reuters:'Operasyona bajarê Minbicê bi pêşengiya YPGê dest pê kir'
    DYA: Me û Tirkiyê ji bo Minbicê li hev kir
    Li Minbicê teqîn: 23 terorîst hatin kuştin
    Etîketan:
    DAIŞ, YPG, Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD), Operasyona rizgarkirina Minbicê, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Ednan Ebû Emced, Minbic, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de