16:10 23 Mijdar 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Hêzên Iraqê gihîştin Çemê Firatê

    © Foto: K24
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Artêşa Iraqê di çerçoveya rizgar kirina bajarê Felluceyê ya ji deste DAIŞê dewam dike. Hate ragihandin ku hêzên Iraqê li başûrê bajêr gihîştine Çemê Firatê.

    Felluce — Fermandarê Operasyona Anbarê İsmail el Mehlavi diyar kir ku di çerçoveya rizgar kirina Felluceyê de hêzên wan li başûrê bajêr gihîştine Çemê Firatê.

    Mehlevî destnîşan kir ku tênê di navbera wan û Felluceyê de Çemê Firatê mayê û Artêş niha kontrola riya bajaroka El Amiriyye û Felluceyê gire dide xistine destê xwe. Di operasyonê de 11 terorîstên DAIŞê hatine kuştin, 4 wesayîtan jî rûxandine.

    ‘DAIŞ SIVÎLAN JI XWE RE DIKE MERTAL'

    Ji aliye din ve Komsertiya Bilind a Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (BMMYK), eşkere kir ku DAIŞê sivîlan nahêle ku ji bajêr derkevin û wan ji xwe re dixin mertal.

    Berdevkê BMMYKê Melissa Fleming bale kişand ser mexdûriya sivîlan û wiha got: ‘Em dibihîsên ku DAIŞ kesên ku ji bo wan şer nakin dikujin.'

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê bajarê Rûtba yê ji destê DAIŞê rizgar kir
    Artêşa Iraqê 3 gundên din ji dest ê DAIŞê rizgar kirin
    Artêşa Iraqê ji bo rizgar kirina Rûtbayê operasyon da destpêkirin
    Rêxistina terorîst êrişî artêşa Iraqê kir: 25 kuştî
    Artêşa Iraqê gundekî Mexmûrê rizgar kir
    Etîketan:
    rizgarkirin, operasyon, kuştî, mertal, DAIŞ, sivîl, Çemê Firatê, Artêşa Iraqê, İsmail el Mehlavi, Melissa Flemin, Felluce, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de