22:24 27 Gulan 2018
Alaya TEV-DEM û YPGê

TEV-DEMê ji bo Nisêbînê bangî gelê Rojavayê kir

© Foto: Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Kordînasyona TEV - DEMê ya Rojavayê ji bo rewşa Nisêbînê bangî gel kir û ragihand ku di van rojên dîrokî de gelê Nisêbînê tenê nehêlin.

Navneda Nûçeyan — Kordînasyona TEV — DEMê ya Rojavayê di daxuyaniya xwe de bangî gelê Rojavayê kir û diyar kir ku di van rojên dîrokî de ji bo gelê Nisêbînê tê bikoşin.

Her wiha di daxuyaniye de van agahiyan bal kişand

Dewleta Tirkiyeyê ya mêtingehkar, li ber çavên cîhanê polîtikaya jenosîdê li ser kurdan de pêk tîne û li Rojavayê jî li dijî kurdan alîkariya terorîstan dike. Dewleta Tirkiyeyê, di polîtîkaya Rojavayê de bi ser neket, alîkarî da terorîstan û êrişî Şexmeqsûde kir û xwîna kurdan rijand.

Daxuyaniya TEV — DEMê wiha berdewam kir:

Îro dewleta faşîst a Tirkiyeyê bi tankan, topan û balafiran êrişî Nisebînê dike. Çi jin, çi zarok, çi pîr çi kal be, her kesî dide ber guleyan. Ji bo vê sedemê, divê di serî de gelê me yê Qamişloyê û gelê me yê Rojavayê û hemû gelên çar perçeyên Kurdistanê li dîjî dewleta Tirkiyeyê ya mêtingehkar derkevin û xwedî li gelê Nisêbînê derkevin. Pêwist e ku gelê kurd li hemberî vê wehşetê derkeve û dengê xwe zêdetir bilind bike û rabe li ser lingan.

Bi heman mijarî:

TEV-DEM: 'Divê civaka navneteweyî ji Tirkiyayê hesab bipirse'
TEV-DEM: ‘Erdogan cardin li Cizîrê komkujiyê pêk tîne'
TEV-DEM bi pêkhateyên ereb re civiya
TEV-DEM: Dewleta tirk li dijî gelê kurd şer dimeşîne
TEV-DEM: 'Dewleta tirk ne li bendê bû ku destwerdana Rûsya di vê astê de be'
Etîketan:
kurd, balafir, top, tang, Dewleta Tirkiyeyê, TEV DEM, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de