12:29 20 Mijdar 2017
Zindî
    Polêsen Îsraîl

    Îsraîl êdî cenazeyên filistîniyan dê radestî malbatên wan neke

    © Foto: AFP 2015/ JAAFAR ASHTIYEH
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Wezîrê Ewlehiya Kamuyê ya Îsraîlê Gilad Erdan ragihand ku ferman daye, cenazeyên filistîniyên ku ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatine kuştin radestî malbatên wan neyên kirin.

    Navenda Nûçeyan — Erdan diyar kir ku malbatên ku cenazeyên wan radestî wan hatine kirin li gor rêbazên ku hatibûn kifşkirin tevnegeriya ne. Herwiha wezîr dîmenên di merasîma Ebu Cemalê 22 salî ku di meha cotmehê de ku ji aliyê polêsên Îsraîlê ve hatibû kuştin mînak da û wiha dewam kir:

    ‘Di navbera malbatê vî kesî û polêsan de hatibû lihevkirin ku ji 40 kesan zêdetir kes beşdarî merasîma cenazeyê nebin, lê gelek filistînî beşdarî merasîmê bibûn û di merasîmê de propagandaya terorîzmê hatibû kirin.'

    Ji aliyê din ve navborî biryara Dadgeha Bilid a Îsraîlê ku cenazeyên kesên ku hatine kuştin radestî malbatên wan bên kirin rexne kir û malbatan bi tohmeta ku ji dadgehêre derewan dikin sucdar kir.

    JI BO CENAZEYAN TEZMÎNAT

    Di cohmeha sala borî ciwanekî filistînî yê bi navê Ebu Cemal li rewestgehek êrişî welatiyên Îsraîlê kiribû û yek ji wan kuştibû, 4 kesan jî birîndar kiribû. Li ser vê yekê polêsên îsraîlî vî ciwanî kuştibû. Mlbatê ji bo ku cenazeya Cemal bistînin 40 hezar şekel (10 hezar dolar) tezmînat dabûn.

    Bi heman mijarî:

    Îsraîl wê bi Kubeya Hasin platformên xaza sirûştî biparêze
    Îsraîl ji hewayê êrişî Xazzeyê kir
    Îsraîl: Hedefa teqîna Taksîmê ne geştiyarên Îsraîlê bû
    Îsraîl ji bo serxwebûna Kurdistanê komîte ava kir
    Têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê normalîze dibin
    Etîketan:
    tezmînat, neyên kirin, radestî malbatan, malbat, merasîm, cenaze, Wezareta Ewlehiya Kamuyê ya Îsraîlê, Ebu Cemal, Gilad Erdan, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de