19:39 24 Hezîran 2018
YPG

Di operasyona Reqayê de derbeyeke giran li DAIŞê ket

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 30

Hêzên Sûriyeya Demoqratîk a bi pêşengiya YPGê, ragihand ku 6 kîlometreyan bi pêş ve çûye û 4 gund ji destê DAIŞê derxistine, 4 navgînên bombebarkirî rûxanidin. Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demoqratîk Tackir Kobanî ji Sputnikê re ragihand ku 30 endamên DAIŞê hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku HSD bi pêşengiya YPGê berê xwe daye paytextê DAIŞê, Reqayê û ji sê milan de êrîş dike û gelek pevçûnên dijwar di navbera HSD û DAIŞê de pêk hatin û di encamê de çend gund hatine rizgarkirin.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demoqratîk Tackir Kobanî ji Sputnîkê re diyar kir ku hêzên wan bi pêş ve çûne û wiha dewam kir:

"3 Şervanên me jiyana xwe ji dest daye"

"Hêzên me bi piştgiriya hêzên Hevpeymanê yên Hewayî bi pêş ve diçin. Balfir bi xurtî cihên DAIŞê bombebaran dikin. Ji ber ku DAIŞ nikare zêde di ber xwe de bide, hewl dide bi navgînên bombebarkirî êrîşan pêk bîne. Îro DAIŞê xwest bi 4 navgînên bombebarkirî êrîşî me bike lê berî ku bigihêjin me, Hêzên Hevpeymanê ew rûxandin. Em jî dikarin wan navgînan bi moşekên navgîn-gir dikarin wan birûxînin. Ew îdiayên ku ji ber wan navgînan şehîdên me çêbûne, ne rast in. Heta niha sê şervanên me ji ber mayinan jiyana xwe ji dest daye. DAIŞ gelek dehfikên mayin û bûbiyan li dû xwe hiştine."

Kobanî diyar kir ku ew berê xwe didin bakurê Reqayê û wiha dewam kir:

"4 gund û 4 mezra hatin rizgarkirin"

Îro me gundên Nemrûdiye û Mitemesric stendin. Ev 5 kîlometreyî li başûrê Eyn-Îsayê ne. Em wan gundên ku ditsînin, ji mayin û dehfikan paqij dikin. Şer hîn bi dijwarî berdewam e. Ji duh heta îro me 30 endamên DAIŞê kuştine, cenazeyên hinekan ji wan di destên me de ye".

Herwiha hat ragihandin ku gunndên Qirtaca û Fatsayê û 4 mezrayên stratejîk ji çeteyan hatine stendin.

Bi heman mijarî:

Rûsya: DAIŞê li Reqayê firokeya me nexistiye
YPG: Êriş ji aliyê Tirkiye û Reqayê pêk hat!
Artêşa Sûriyayê nêzîkî Reqayê dibe
HSDê bi alikariya Rûsyayê êrişî Reqayê kir
FRANSA - Bombebarana Reqayê dest pê kir!
Etîketan:
Pevçûn, ŞER, Hêzên Hevpeymanê, YPG, HSD, DAIŞ, Cakir Kobanî, Eyn Îsa, Qirtaca, Mitemesric, Nemrûdiye, Reqa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de