14:37 20 Gulan 2018
    YPG

    QSDê gundê Hadriyatê ji DAIŞê rizgar kir

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    QSDê îro ji bo rizgarkirina Reqqayê operasyon da destpêkirin. Hate ragihandin ku Hêzên Sûriyaya Demokratîk gundê Hadriyatê ku dikeve bakurê Reqqayê ji DAIŞê rizgar kirine.

    Artêşa Tîrkîye û YPG
    © AP Photo / Lefteris Pitarakis
    Reqqa — Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) ev çend rojin ji bo rizgarkirna Reqqayê amadekariya operasyonê dikirin. Îro danê nîvro dest bi operasyonê hate kirin. Hate diyarkirin ku QSDê gundê ku dikeve bakurê Reqqayê Hadriyatê rizgar kirine.

    Herwiha pêşveçûna hêzên QSDê ku bi pêşengiya hêzên YPGê dewam dikin. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin li gundê Muteşemê di navbera hêzên QSDê û terorîstên DAIŞê de şerek dijwar dest pê kiriye.

    Hate ragihandin ku gund ji aliyê balafirên hêzên hevpeyman ve tê bombebarankirin, ji bejahiyê ve jî bi topên hewanê û doçkayê ve tê topbarankirin.

    Bi heman mijarî:

    Fîlozofê fransizî:'Reqqa jî di nav de wê dewlete kurdî ava bibe'
    Riya stratejîk a Reqqa-Kantona Cizîrê ket destê hêzên kurd
    QSD: Em amade ne ku alîkariya şêniyên Bakurê Helebê bikin
    YPG: Li Şêxmeqsud û Eyn Îsayê herî kêm 11 terorîst hatin kuştin
    Etîketan:
    Hêzên Hevpeyman, balafir, şer, DAIŞ, gund, amadekarî, YPG, rizgarkirin, operasyon, Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD), Hadriyat, Reqqa, Sûriya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de