09:10 26 Gulan 2018
DAIŞ

DAIŞê êrişî Kobanê kir: 3 birîndar!

© Foto : Via File
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku terorîstên DAIŞê bi topên hawanê, êrişî gundê Kobaniyê yê bi navê Sehil El-Qumlixê kir.

Navenda Nûçeyan — Terorîstên DAIŞê îro di saet 15:55an de, bi topên hewayî êrişî gundê Sehil El-Qumlixê yê Kobaniyê kir. Di encamê de 3 welatiyên sivîl yên bi navê Ebdullah Hamiş (35), û du kesên bi heman navî ku navê herduyan Xedice Hamiş (65) û Xedice Hamiş (20) birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku kesên birîndar bûne, hatine rakirin bo nexweşxaneya Emelê ya li navenda Kobaniyê.

Bi heman mijarî:

Operasyona Reqqayê dest pê kir
Hevseroka MSDê Îlham Ehmed li Libnanê hevdîtinan dike
KERKÛK - Rewşenbîrên kurd: Bila Kongereya Neteweyî bê lidarxistin
Hamas dê 13 kesan li ber çavên gel dardebike!
Etîketan:
Welatiyen sivîl, êriş, Ebdullah Hamiş, Xedice Hamiş, Kobanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de