04:48 19 Çile 2018
Zindî
    Pirtûkên kurdî

    Ji bo zêdekirina xwendina pirtûkên kurdî helmeteke nû

    © Foto: fb
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji bo teşwîqkirin û zêdekirina xwendina pirtûkên kurdî, kurdekî Êlihî bi navê Bilal Adlig, li ser Twitterê helmeteke da destpêkirin û niha gelek kes pirtûkan ji hev re dişînin.

    Navenda Nûçeyan — Bilal Adlig li ser hesabê xwe yê Twitterê pêşniyarekê li şopînerên xwe dike ku her kurdek 4 kesan hilbijêre û ji wan re pirtûkan bişîne ta ku bixwînin.

    ​Adlig pêşniyara xwe wiha dewam dike: " Bila ew kesên pirtûkan dişînin, xwendina pirtûkan bişopînin. Herwiha ew her çar kesên ku pirtûk wergiritibûn jî, her yek ji wan pirtûkan ji 4 hevalên xwe re bişînin."

    Helmetê di Nîsanê de dest pê kiriye û Bilal diyar dike ku wan heta niha 100 pirtûk ji hevalên xwe re şandine û wan jî bi qasî wan ji hevalên xwe re şandine.

    ​Hêjayî gotinê ye ku Omer Faruk Baran, xwediyê pirtûka helbestan ya xwedan dirêjtirîn nav û Mihemed Şamaran jî piştgiriya vê helmetê dikin.

    Bi heman mijarî:

    Kurdên Îranê daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî dikin!
    HDP: Cejna Zimanê Kurdî pîroz be
    KNKê roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
    75 dîplomayên zimanê Kurdî li Girê Spî hatin belavkirin
    Mamosteyên zimanê kurdî dest bi kar kirin!
    Hejmara nipînû ya kovara zimanê kurdî Kanîzarê!
    Etîketan:
    pirtûkên kurdî, zimanê kurdî, kurdî, kurd, Twitter, Bilal Adlig
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de