23:19 25 Gulan 2018
Baregeha Încirlikê

Tirkiyeyê ji bo baregeha Încîrlîkê rest ji Almanyayê re kişand

© Foto: DHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Hat îdiakirin ku dewleta Almanyayê xwestiye li baregeha Încîrlîkê hêzeke dêmanî ava bike lê Enqereyê ev daxwaza wê red kiriye.

Artêşa Tîrkîye û YPG
© AP Photo / Lefteris Pitarakis
Navenda Nûçeyan — Hat îdiakirin ku dewleta Almanyayê xwestiye li baregeha Încîrlîkê hêzeke dêmanî ava bike lê Enqereyê ev daxwaza wê red kiriye. Li gorî îdiaya rojnameya Akşamê, di çarçoveya koalisyona dijberiya rêxistina terorîst a DAIŞê de Almanyayê xwestiye li baregeha Încîrlîkê hêzeke dêmanî ava bike lê Enqereyê ev destûr neda û bi zimanekî dîplomatîk ev xwestek gihandin Berlînê.

Jixwe hêzek heye hewceyî bi yeke din tuneye

Çavkaniyên ku agahî dane Akşamê ragihandin ku Almanya di tekoşîna dijî terorê ya DAIŞê de hevalbendekî baş e, jixwe niha di çarçoveya koalisyona dijberiya terorîzmê li baregeha Încîrlîkê hêzeke dêmanî heye û ji bo vê hewceyî bi hêzeke din ku li baregehê ava bibe tuneye. Enqereyê ev daxwaza nebûnê bi van sedeman gihande Berlînê û bi vî awayî ji rojevê derket.

Ji bo PYDê piştgirî nedan Reqqayê

Her wiha di berdewamiya nûçeyê de hat gotin ku Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) General Joseph Votel ku pêşî serdana Kobanî kiribû û paşî ji Enqereyê ji bo operasyona YPGê ya Reqqayê daxwaza piştgiriyê kiribû, lê Enqereyê ev xwestek qebûl nekiriye.

Bi heman mijarî:

Amerîka:'Çûna fermandarekî me nayê wateya naskirina Rojava'
‘Çavkaniyên leşkerî'; leşkerên tirk derbasî Rojava nebûne
Fermandarê Amerîkî piştî Rojava serdana Enqereyê kir
Partiyên Rojava ji bo HDPê daxuyanî dan
Leşkerin tirk derbasî Rojava bûne
Etîketan:
Amadehiyên operasyona Reqqayê, YPG, baregeha Incirlikê, DAIŞ, Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM), Joseph Votel, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de